AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 174’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.
Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 161’an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 135’an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 101’an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 109’emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 136’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 106’yan de. Her wiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 136’emîn de û çalakiya girtiyan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.
15 Girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin
15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê îro çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger veguherandin çalakiya rojiya mirinê.
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.
Çalakiya grevê ya parlamenteran
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike.
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Mahsun Şen, Mûrat Aksin, Semra Alkan û Îhsan Sinmiş çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.
JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN FEDAYÎ PÊK ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd ketin. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiyek fedayî pêk anîn û şehîd ket.