MÊRDÎN – Li Taxa Stilîlê yê navçeyê Nisêbînê ya Mêrdînê, derbarê kuştina ciwanê 25 salî Mehmet Şîrîn Kaya yê di şeva 26’ê Nîsanê saet 23.00’an de rastî êrîşa bi çeka otomatîk hat de, 4 kes hatin binçavkirin. Li gorî îfadeyên şahidan û piştî plakeya wesayîtê di kameraya ewlekariyê de hat tespîtkirin, 4 kes hatin binçavkirin û li Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê tên girtin.
DI NAVA ÊRÎŞKARAN DE ÇAWÎŞÊ PISPOR JÎ HEYE
Dozgerê lêpirsîna bûyerê berdewam dike, biryar veşartinê danî ser dosyeyê. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin ji heman gundîne û dinava wan de çawîşek pispor û cerdevanê gund ê demî hene.
BERÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIBÛN
Hat destnîşan kirin ku ev êrîş bi êrîşa PKK’ê ya di sala 2015’an meha Cotmehê de pêk anî û piştî êrîşê cerdevanê gund Medenî Konak jiyana xwe ji dest da û bi êrîşa PKK’ê ya di sala 2015’an meha Tebaxê de pêk anî û di êrîşê de polîs Yakûp Mete li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da ve girêdayî ye. Hat zanîn ku êrîşkaran berpirsê bûyeran malbata Kaya ya li gund dijîn dîtin û ji ber vê yekê êrîş pêk anîn. Dîsan bi heman awayî di sala 2016’an de êrîş li dijî apê Mehmet Şîrîn Kaya yê ji heman malbatê pêk hatiye û bi birîndarî ji bûyerê xelas bûye. Di pêvajoya darizandinê de ji bo êrîşkaran 12 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn û dosya hîna li Dadgeha Bilind li benda encamê ye.
HEWL DAN CENAZE JÎ BIREVÎNIN
Hat diyar kirin ku êrîşkaran bi awayekê çeprast bi çekên otomatîk êrîşî Mehmet Şîrîn Kaya yê 22 gule li benda wî ketibûn, kirine û piştî êrîşê jî hewl dane cenazeyê Kaya bi revînin. Lê ji ber ku di wê kêliyê de welatî ji ber dengên çekan dadikevin kolanan, neçar dibin ku ji cihê bûyerê birevin.