NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk îro di saet 12.50’an de herêmên geştiyarî yên bajaroka Amêdî ya ser bi ser bi Dihokê topbaran kir. Her wiha piştî çend kêliyan balafirên şer jî herêm bombebaran kirin.
Herêma hatî bombebarankirin 5 kîlometreyan jî Amêdiyê dûre.
Têkildarî ziyana çêbûye ti agahî bi dest neketin.
Dewleta Tirk a dagirker duh jî gundên Amêdiyê bombebaran kirin û mizgeftek rûxandin.