NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Gebzeyê, malbatên girtiyan roja Duşemê li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Komek ji malbatan di roja duyemîn de ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li Gebzeyê bibe bi rê ket.
Malbatên ji Esenlerê bi rê ketin, ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin berê xwe dan Bakirkoyê û piştgirî dan çalakiya nobedê.
Malbatan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan û bang li wijdanan kirin.
Bi navê malbatan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Di her kêliyê de dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Lewma divê em bibin dengê girtîgehan.”
Li gel gefên êrîşê yên hêzên dewletê, malbatan çalakiya xwe domandin. Hate ragihandin, malbat wê sibe jî çalakiya xwe bidomînin.