NAVENDA NÛÇEYAN – 9’emîn hejmara kovara Jinên Ciwan ên Azad ya bi navê Xwebûn derket. Ji ber ku di naverokê de keda jinê di her aliyên jiyanê de mijarekî esasî ye, manşeta kovarê “Bi hêza jinê jiyanekî nû afrandin“ e. Bi vesileya 1’ê Gulanê (Roja karkeran ya cîhanê) jinên ciwan bal dikşînin li ser esasa nedîtina kar û kedên jinê. Heman demê de ji ber salvegera şehadeta Şehîd Zîlan (30’ê Hezîranê 1996) Xwebûn eşkere dike ku kevneşopiya berxwedana jina Kurd ya Zarîfeyan heta Zîlanan îro bi Leyla Güven tê berdewam kirin.
Teybetmendiyên jî dema Neolotîkê
Di derheqa naveroka kovarê komîteya Xwebûn wiha dinirxîne: “Jin karkerên herî mezin ên cîhanê ne. Her keliya jiyana jinê bi ked derbas dibibe. Lê di her keliya jiyanê jin tê tepisandin, keda vê tê xwarin û înkarkirin. Karê ku jin çêdike tê piçuk xistin. Dîsa jî keda jinê civak ser piyan dihêle û jiyanê diafrîne. Em wan teybetmendiyan wekî teybetmendiyên ji dema Neolotîkê dinirxînin. Çanda dayika Xwedewend hîn jiyan dike. Ev di 30’ê Hezîranê 1996 bi çalakiya Şehîd Zîlan dîsa îspat bû. Îro jî bi rihê Zîlanan Leyla Güven pêşengtiya demê dike.“
Nameyên ji bo Leyla Güven
Kovara Xwebûn ji aliyê komiteya Xwebûn her dû meh derdikeve. Bi keda jinên ciwanên Kurd û enternasyonalîst kovar bi zimanên Kurdî, Înglîzî û Elmanî tê amadekirin. Wekî her car di vê hejmarê de jî nivîsên wergerandî yên Rêberê Gelan Abdullah Öcalan hene. Di 5 kategoriyên kovarê de kategoriya huner jî heye. Di vê kategorî de her meh wêne û helbest hene û vê mehê jî nameyên jinên ciwan yên ji bo Leyla Güven hatin parvekirin.
Naveroka kovara Xwebûn wiha ye:
Rêber APO
Zîlan sembola kesayeta serfirazî ye
Endgültige Loslösung – Teil II
Economy
Şehîd
Zeynep Kınacı (Zîlan)
Letter of Zeynep Kınacı
Die Leitlinie eines freien Lebens – Kommandantin Zîlan
Sterne der Revolution
Çand û Dîrok
Brief an Rêber APO
Lêgerînerên heqîqetê!
The invisible power of women: From Zarife to Leyla Güven
Huner
Letters for Leyla Güven from the JXK conference
Resim: Feldarbeiterin
Şiir: Frau der Liebe
Civak û Siyaset
Keda Jiyanê Keda Jinê ye
Wozu Arbeiten und für wen?
Wir können Alles (sein)
Capitalism can’t survive without women’s free labour