NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî 1‘ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Bi îrade û israrbûnê em dikarin armancên xwe pêk bînin û mafên xwe bi cih bînin, bi vê îradeyê kekdarên cîhanê ji bo daxwazên xwe yên jiyaneke bi rumet, edalet û mirovî tevger kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Em îsal Cejna Karkeran pîroz dikin di demekê de hemû beşê gelê herêmên di nava aloziyeke xeniqandinî de ne ku yekser bandoreke neyinî li ser tebeqeya kekdaran dike ya ku kedeke mezin didin ta pariyek xwarin ji zarokên xwe re peyda bikin. Lê li rewşa ku em li gelemperiya Rojhilatê Navîn dibînin careke din diyar dike ku sedemên vê krîzê siyaseta gendelî ya pergalên hakim e ku xêra welat talan dike.
Li Sûriyayê rexmî şer, şoreşa gel a jiyaneke azad û bi rûmet hate dizîn. Rêjîmê bi hovîtî û gendeliya xwe û opozisyona hişk û komên tundraw bi rijandina xwînê alozî derxistin û xwestin vê aloziyê li hemû herêmên Sûriyê belav bikin. Li Rojava û Bakurê Sûriyê bi rihê berxwedan û îradeya kedkaran em li hemberî hewldanên wan sekinîn û me projeya xwe ya şarestanî ku mafê hemû pêkhateyên herêmê û kedkaran diparêze ava kirin. Têkoşîna me hîna berdewam e heta avakirina civakake exlaq û polîtîk.
Em hertim li kêleka gelê xwe ne, ji ber ku em beşek ji karkerên wê ne, ji bo vê axê û pêkanîna wekhevî û edaleta civakê me xwîn da û em ê hîn jî didin. Bi vê wesîleyê em şehîd xwe Xalid Kotê endamê Meclisa Giştî ya partiya me bi bîr tînin ku sala borî di encama mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bû. Şehîd Xalid Kotê nimûneya hevalê têkoşer bû, di heman demê de siyasetmedarek fedekar bû û bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bawer bû û diparasatin. Îro û bi boneya salvegera şehadeta hevreyê me Xalid em dibînin hêviyên ku ji bo wê têkoşîn kir veguherî rastiyekê, me kêliyên kêfxweşiya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê jiyan kir, ev serkeftin berhemên têkoşîna bi salan a gelê me ye. Tevî hemû gef û dorpêça li ser herêmên me hatiye ferzkirin têkoşîna avakirin û demokrasiyê berdewam e, berxwedana gelê me ya ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê bi hêz û îsrara xwe berdewam e.
Bi vê wesîleyê em Partiya Yekîtiya Demokratîk karker û kedkarên civakê pîroz dikin û careke din teqez dikin ku Şoreşa Rojava şoreşa mezlûm û bindestên cîhanê ye, her wiha em şîrîkê cîhana azad di pêkanîna civakeke demokratîk de ne. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe li hemberî her cûre keysbaziyê dewam bikin heta civakeke edalet, biratî û wekhevî pêk were ku armanca hemû kedkaran e.
Her wiha em teqez dikin ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi avakirina sîsetmeke demokratîk û nenavendî pêkan e ku hemû pêkhate di nav xwe de bihewîne û mafên wan mîsoger bike. Formaya parçekirinê ya ku beriya sed salan li Sûriyê hate rûniştandin sedema belavbûna heyî ye. Heger îradeyeke Sûrî nebe ku hêviyên gelê Sûriyê di pêkanîna ewlehî û aramiyê de û veguhertina ber bi demokrasiyê ve peyda nebe ne mumkin e ku dawî li aloziyê were. Heta vê kêliyê jî hêviyên peydabûna çareseriyeke siyasî li gorî biryarên rewa yên navdewletî qut nebûye.
Sûriyeya bê dê ji bo hemû Sûriyan be, lê ji bo ev yek pêk were îradeyeke niştimanî û hevpeymaneke civakî pêwîste ku mafên hemû beşê pêkhateyên civaka Sûriyê mîsoger bike. Sîstema demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê beşek ji projeya niştimanî ya giştî ye ku dikarê Sûriyê ji belavbûna û parçebûna biparêze.