NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome û di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê gerillayên HPG û YJA-Star di meha Nîsanê de di encama çalakiyên xwe de 63 leşkerên dagirker ên tirk kuştin û 20 leşker jî birindar kirin. Dewleta dagirker a tirk xwest kuştî û birindarê xwe veşerê, lê bes HPG-BİM bi xebatê xwe ev şerê taybet vala derxist.
HPG-BİM çalakiyên gerillayên HPG û YJA-Star wiha eşkere kiribû:
* 2’ê Nîsanê saet 13:30’an Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku li girê Şehîd Bager û Koordîne yên navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi awayekî serketî li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan bi rêk û pêk herêm bombe kiriye.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 8’ê Nîsanê saet 16:30’î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Xeregolê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gund hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.
* 9’ê Nîsanê saet 20:30’î zeviyên gundê Nekê yê herêma Gabarê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ve hatin bombekirin.
* 9’ê Nîsanê saet 07:00 artêşa Tirk a dagirker li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li qadên Geliyê Cinna, Girê Mêş û Girê Rijde yên herêma Kela Memê bi desteka firokeyên bêmirov û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kir. Hêzên me heman rojê saet 13’an li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Girê Mêş çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker heman rojê saet 18’an bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya. Hêzên me ti windahî nedan.
* 11’ê Nîsanê li qadên Nekê, Çelêsor û Zivingorê yên Gabarê operasyonê dest pê kiriye. Hêzên operasyonê 13’ê Nîsanê bi rengekî bê encam xwe vekişandin.
* 12’ê Nîsanê hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê li qada Girê Mevuşkê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Agahiyên li ser operasyonê û nasnameya şehîdan wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. Medya şerê taybet a artêşa TC a dagirker der barê operasyonê de ragihand ku 5 hevalên me şehîd bûne. Nûçeyên di vî warî de hatin weşandin derew in û di çarçoveya şerê taybet de hatin parvekirin.
* 13’ê Nîsanê saet 10:00 di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome, hêzên me li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke ji 5 wesayitên zirxî ya artêşa TC a mêtinger xistin. Di dema çalakiyê de hin wesayitên di nava konvoyê de ji cihê çalakiyê reviyan, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî jî ji ber derbên giran ên lê ketin li cihê çalakiyê ma. Ji ber derbên hêzên me xisareke mezin li wesayita zirxî bû. 3 saet piştî vê çalakiyê hêzên dijmin hatin cihê çalakiyê û enqazê çalakiyê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirin. Hêzên dijmin piştî vê çalakiya bi bandor, bi çekên giran bombe li derdora cihê çalakiyê barandin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Di çalakiyê de ti zerar negihişt hêzên me.
* 15’ê Nîsanê saet 16.45’an hêzên me li Licê ya Amedê li dijî leşkerên li Girê Koxê çalakiyeke siûkastê kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber obûs û hewanan.
* Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke ku li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, di navbeyna Girê Nasir û Xinisê de rêyeke ewlehiyê çêdike. Hêzên me sibeha 16’ê Nîsanê li dijî mekîneyên kar ên ku li Girê Nasir xebat dikirin çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de mekîneya kar bi temamî hatiye rûxandin, tespît nebûye bê ka çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker operasyonek li qadê daye destpêkirin û heman rojê berêvarkî bê ku encamê bistîne vekişiyaye.
* Di 17’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Cûdiyê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li qada Bajarê Kir yekîneyeke veşartî ya dijmin xistiye bin kontrola xwe û piştî nîvro saet di 14.00’an de ji 2 milan ve li leşkeran dane. Saet di 17’an de dema ku vê yekîneya veşartî xwestiye xwe vekişîne, hêzên me careke din li wan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
* 18’ê Nîsanê hêzên me yekîneya ku li qada Eynika ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê kemîn datanî kiriye bin kontrola xwe. Piştî ku demekê di bin kontrolê de hatiye hiştin, heman rojê saet 18.00’an hêzên me ew kirine hedefa xwe. Hêzên me derbeke serkeftî li vê yekîneya dijmin xistin lê nehate tespîtkirin bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker ku piştî çalakiyê qad dayî ber top û obûsan, ji qadê vekişiyaye. Ti ziyan negihaye ser hêzên me.
* 19’ê Nîsanê saet 13.00’an Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn çalakiyeke siûkaastê kirin û 1 leşker hatiye kuştin.
Piştî vê çalakiyê hêzên me saet 13.30’an careke dî Girê Lêlikanê kirine hedef û çalakiyek kirine. Di çalakiyê de kozik û stareyên dijmin ên li serê gir di ketine ber guleyên me, hijmara kuştî û birîndarên leşker nehatiye tespîtkirin.
19’ê Nîsanê saet 01:00 ê şevê, li dijî komek ji leşkerên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya navbera Şirnex û Cizîrê bû, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerê ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de ku li Herêma Botanê didome, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de kontrayek hate kuştin. Di vê çalakiyê de hêzên me zerar nedît.
* 19’ê Nîsanê hêzên me saet 13.00’an bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa tanzêrê, ku li ser rêya Bazid-Îdirê kemîn datanî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de derbeke sekeftî li wesayita zirxî û leşkerên derdorê hate xistin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li wesayita zirxî hate xistin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi desteka gelek wesayitên zirxî bi ambûlansa rakirî û ji qadê dûr xistî, bi çekên giran bi rasthatinî qad bombe kiriye. Di encama vê çalakiyê de ti ziyan negihaye ser hêzên me.
* 19’ê Nîsanê saet 21:10’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me avêtin ser leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne. Hêzên me ji 2 baskan ve li çeperên dijmin ên li ser gir xistin û ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperan hemûyan xistin. Hêzên me ketin nava çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên dijmin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiya serdegirtinê de 12 leşkerên dijmin hatin kuştin ku yek jê fermandarê li ser gir bû, 10 leşker jî birîndar bûn. Her wiha 3 bataryayên obusê yên li ser gir ji aliyê hêzên me ve bi temamî hate rûxandin. Di dema çalakiyê de gelek leşker ji çeperên xwe yên li ser gir reviyan. Aqûbeta 3 ji van leşkeran nayê zanîn. Winda ne. Hêzên me di heman demê de li yekîneyên dijmin ên li Girên Koordîne, Şehîd Zekî û Petrot xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta saet 05:00 ê 20’ê Nîsanê bi balafirên şer û çekên giran bombe li herêmê barand.”
* 20’ê Nîsanê saet 14:30’î Hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Ji 2 baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha 2 çekên bombeavêj, kamerayeke mobese û radarek li ser gir hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker danê êvarê bi obus û hawanan herêm bombe kir û bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir.
* 23’ê Nîsanê saet 13:30’î li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Tepê Sor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke ku 2 leşker tê de bûn hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin bi çekên giran bombe li qada çalakiyê barandin. Hêzên me bêyî ku zerarê bibînin li baregehên xwe vegeriyan.
23’ê Nîsanê saet di 20.00’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de li nêzî gundê Kudê yê Mehsertêya Mêrdînê, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Dema ku wesayîta zirxî ya Kobra ya artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqemeniya ku berê hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di vê çalakiyê de wesayîta Kobra îmha bûye û leşkerên tê de hemû mirîne. Hejmara leşkeran baş nehatiye zelalkirin lê li gorî texmînan 9 leşker mirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li herêmê operasyonek daye destpêkirin û ev operasyon di 24’ê Nîsanê de hatiye bidawîkirin. Di van çalakî û operasyonan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.
* Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 24’ê Nîsanê piştî nîvro saet 14:00 hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Kevortê yê li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke dijmin a ku 5 leşker tê de bûn hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li derdorê barandin. Saet 16:00 jî balafirên şer bombe li qada Kevortê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.
* Sibeha 24’ê Nîsanê saet 06:00, li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser girekî li ber Qereqola Aydinlar a Îdirê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Çalakî, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li eyaleta Serhedê didome, weke bersivek li dijî zilm û êşkenceya li dayikên Kurd tên kirin, bi taybetî li Gebzeyê, li hemberî leşkerên li ser gir hate kirin. Di çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo ku ji ser gir diçû qereqolê û hêzên dijmin ên li ser gir hate xistin. Ji cihekî nêz ve bi sekvaniyê ajokarê wesayita zirxî hate bêbandorkirin û ji cihekî nêz ve li leşkerên dixwestin ji wesayitê birevin hate xistin. Wekî din hêzên me derbên giran li çeper û stargehên hêza dijmin a li ser gir xistin. Dijminê li ser gir nekarî bersivê bide hêzên me û reviya. Bi giştî 11 leşkerên dijmin hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên Kobra û balafirên keşfê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji cihê bûyerê bir. Di şer û bomberdûmanê de zerar negihişt hêzên me.
* 24’ê Nîsanê saet 05:30’î, li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Qereqola Tirê Tîm çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî û navîn çalakî hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de her wiha dîwarê qereqolê jî hilweşiya. Piştî çalakiyê, ji qereqolên derdorê bi çekên giran gule li qada çalakiyê hatin reşandin û hêzên dijmin bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin. Di çalakiyê de û bomberdûmana piştî çalakiyê zerar negihişt hêzên me.
* Artêşa TC a dagirker 24’ê Nîsanê serê sibehê li qadên Piro, Girê Hêşetê, Xirbikê Besta û Serê Ormanê yên herêma Bestayê ya Botanê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 07:30’î hêzên me li qada Girê Mehuşkê li baskekî hêzên operasyonê xistin. Di çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. 26’ê Nîsanê operasyon bêyî encamekê werbigire bi dawî bû û hêzên me ji operasyonê zerar nedîtin.
* Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlîkanê 28’ê Nîsanê saet 16:00 çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin û di encama çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dijmin ên dagirker piştî vê çalakiyê bi çekên giran û ferdî li derdorê reşandin, her wiha bi SÎHA’yan xwestin derbê li hêzên me bixin. Bi vê armancê firokeyeke bê mirov a bi tîpa Bayraktar ji ser gir rabû û hêzên me derb lê dan. Firokeya keşfê neçar ma xwe deyne. Di şer û çalakiyê de zerar negihişt hêzên me.