NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Şoreşger yê Başûrê Kurdistan bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya xwe ya meha Nîsanê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me wek Ciwanên Şoreşger yê Başûrê Kurdistanê di meha Nîsanê de çalakiyen xwe li gelek bajar û herêmên Başûrê Kurdistan pêk anîn. Çalakiyên ku hatin li darixstin hemû bi armanca li dijî tecrîdkirina Rêber APO û ji bo piştgiriya berxwedanên grevên birçîbûnê bûn.
Çalakiyên ku Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistan di meha Nîsanê pêk anîne wiha ne:
* Li Kerkûkê ciwanan li ser pirên serekê yên bajar pankart bi nivîsa “4’ê Nîsanê pîroz be” daliqandin û fîşekên hewayî teqandin. Li bajarê Silêmanî jî ciwanan rojbûna Rêberê Gelan li navenda bajar bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin. Her wiha li Çemçemal û herêma Raperîn, Germiyan û Biradost çalakî hatin lidarxistin.
* Li herêma Biradostê ji bo bala gel bikişîne ser berxwedanên grevên birçîbûnê û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, pankarteke û weneyên şehîdên fedayî ku li girtigehan çalakiyên fedayî kiribûn li gundê Balakayetî ku girêdayî Bîradostê ye hatin daliqandin.
* Li dijî hatina wezirê karê dervê yê dewleta dagirker a tirk Mevlut Çavuşoglu ciwanan li Silêmanî di nava çalakiyan de bûn. Ciwanên ku digot hatina Mevlut Çavuşoglu tene ji bo kurkirina dagirkeriya xwe ye di wê rojê de li 3 cihan hemwext çalakî lidarxistin.
* Riyên bajarê ên serek bi pêxistina agir hatin girtin.
* Dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyane’ û ‘Bêdeng nemine’ li ser dîwaran hatin nivîsandin.
* Ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven hatine destpêk li Silêmanî çalakî bi teqandinda fîşekên hewayî pêk hat.
* Li Silêmanî li dijî tecrîda li ser Rêber APO li ser dîwaran weneyên Serokatî hatin boyaxkirin.
Ciwanên Şoreşger di dawiya daxuyaniya xwe de diyarkirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan neşkê û heta dagirkeriya li ser Kurdistanê xelas nebe, ew ê bênavber di nava çalakiyan de bin.