NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ya li qada Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin, bi hezaran kesan di korteja meşê de cihê xwe girtin. Gelek sendîkayên di bin banê de DÎSK’ê de li pêşiya Marmara Forûmê hatin ba hev.
DOVÎZÊN BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE
Saziyên wekî KESK, TMMOB, HDP û HDK jî li Dîkîlîtaşê hatin ba hev.
Ji bo balkişandina rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dayikên girtiyan jî bi xavikên xwe yên spî tevlî tevlî meşê bûn.
Dayikan dovîzên ‘Bila tecrîd bi dawî bibe, kes nemirin’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ vekirin.
Saziyên wekî TTB û EMEP û gelek saziyên din jî li E-5’ê hatin ba hev.
Li ser rêyên meşê polîsan barîkat danîn û bendên kontrolkirinê ava kirin.
Di kortejên meşê de sloganên ‘Azadî ji girtiyên siyasî re’ tê qîrin.