ÊLIH – 7 endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlihê, di 28’ê Nîsanê de li Dûryana Çapemenî ya Bûlwara Ataturk ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ji mirovan zincîr çêkiribûn û rê li trafîkê girtibûn. Polîsan di şeva 29’ê Nîsanê de bi ser malan de girtin û 7 endamên meclîsê binçav kiribûn. Hat diyar kirin ku 7 endamên meclîsê ev sê rojin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.
Li bendêye ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê Handan Kûrnaz, Hatîce Akgul, Dijvan Yuce, Bariş Dalmiş, Rengîn Can, Çekdar Kinay û Bejnû Mintaş sewqî edliyê bên kirin.