EDENE – Ahmetcan Bahadir ku li Girtîgeha Tarsûsê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: “Em ê nesekinin, em ji bo her bedêlî amade ne.”
Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didomin. Her wiha hat hat ragihandin ku 15 girtiyan jî dest bi “rojiya mirinê” kiriye. Tevî rojiya mirinê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye jî Ahmetcan Bahadir ê 19 salî ye. Bahadir, li Girtîgeha Jimare 3 ya Tîpa T a Tarsûsê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Bahadir, di sala 2016’an de bi hinceta kevir avêtiye polîsan hatiye girtin û piştî 11 mehan hatiye berdan. Lê belê piştî cezayê lê hat birîn hat pesendkirin di sala 2018’an de dîsa hat girtin û 9 sal ceza lê hat birîn.
‘ROJ ROJA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ YE’
Bahadir, bi rêya malbata xwe bang li gelê kurd û raya demokratîk kir û got: “Em 19 kes di greva birçîbûnê de ne. Rewşa me nebaş e. Ji ber rewşa hin hevalên me xirab bû wan bi ambulansê rakirin enxweşxaneyê. Lê ji ber tedawî qebûl nekirin wan anîn girtîgehê. Nexasim jî rewşa hevalê me Sûat Okûr nebaş e. Her diçe em dihelin, lê belê baweriya me xurtir dibe. Heta deng ji rêberê me neyê wê çalakiya me dewam bike. Em ê nesekinin, em ji bo her bedêlî amade ne. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Roj roa gelan û gelên me ye.”