NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo ku tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 176’emîn de dewam dike. Her wiha li navçeya Kelar a Germiyanê jî Herêm Mehmûd bi heman armancê 68 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guven peyamek bi deng ji Herêm Mehmûd re şand.
Peyama Leyla Guven wiha ye;
“Heval Herêm, slav û rêz. Ez Leyla Guven. Ez baş im. Xema min nebe. Min dengê te bihîst ez baştir bûm. Ez naxwazin hûn û hemû hevalên din ên ku dest bi çalakiya grevê kirine, nexweş bikevin û rewşa tendirustiya we bikeve. Ez dixwazim tenê ez bim, ne hun bîn. Tirs, derd û êşa min hun in. Ji ber vê baş li xwe mêze bikin, ji bo ku ez ji baş bim. Li vir dewlet li pêşiya piştgirîkirin min û serdana partî û aliyên din ên tên li gel min asteng dike. Her çar aliyê mala min digirin. Tevahiya hêza xwe tînin û astengiyan çêdikin.
Di van rojan de, ji Başûrê Kurdistanê şandeyek jinan serdana min kir. Ji bo min xelatek anîn. Ez ji ber gelek dilxweş bûm. Dema ku ez dîmenê we di televîzyonê de dibînim, gelek pê dilxweş bidim û moral digirim. Hevalê hêza û ezîz, ez bawerim ku serkeftina me gelek nêzik e. Hêvîdarim ku di demek nêzik de tecrîd bişkê. Wê demê em ê mizginiyê bigihîn hev û hev pîroz bikin.
Dubare slav, rêz û hezkirina xwe ji bo we dişînim. Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.”