STENBOL – Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa M a Gebzeyê di nobedê de ne.
Polîsên Tirk her roj êrîşî xizmên girtiyan dikin û îro jî 4 kes bi lêdanê destgîr kirin.
Parêzerên ku ji bo piştgiriya malbatan çûn ber girtîgehê bûn hedefa tundiya polîsan.
Dîmen û wêneyên ji aliyê parêzer û rojnamevanan ve hatin kişandin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin jêbirin.