NAVENDA NÛÇEYAN – Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li pêşiya Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li bajarê Dusseldorfê çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de êrîşa polîsan a li ser çalakvanên li Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê jî hate şermezarkirin.
Çalakvan bi rêveberên Rêxistina Efûyê re jî civiyan. Di hevdîtina dosyayek hate pêşkêşkirin de, hate gotin ku wê rêveberên Rêxistina Efûyê daxuyaniyek bidin.