HELEB – Îro li lîstokgeha Şiqeyf a bajarê Helebê maça dawîn a turnuvaya Kopaya Şêxmeqsûd di navbera tîma Ciwanan a girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tîma Efrînê ya girêdayî Şaredariya Gel de li dar ket. Turnuva di 27`ê Nîsanê bi tevlibûna 8 tîman destpê kiribû.
Beriya ku maç destpê bike beşdaran ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin.
Paşê maç li gel coşa beşdar û hezkiriyên her du tîman destpê kir. Di dawiyê de Tîma Ciwanan bi 6-5 li hember Tîma Efrînê biser ket û bû şampyonê turnuveyê.
Piştî ku maç bi dawî bû, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê Tolhildan Zerdeşt axivî û tekez kir ku werzîş ji bingehên civakê û exlaqa wê ye. Bi serketina tîmekî tê wateya biserketina tîma din. Tolhildan her du tîman li ser giyana wan a werzîşî pîroz kir.
Di dawiya turnuvayê de medaliyên zêrîn lîstikvanê herî zêde nuqte qezenc kirin, lîstikvanê xwedî exlaqî, koçê herî baş, hekemê herî baş û li lîstikvanên Tîma Efrînê hatin belavkirin.
Her wiha tîma Ciwanan kopaya turnuvaya Şêxmeqsûd wergirt.