NAVENDA NÛÇEYAN – Kampên Jineolojî ya Ciwanan li Rojava di navbera 25 Gulan- 5 Puşberê de wê destpê bike. Li gor agahiyên ku me bi dest xistiye; Kampa Jineolojî wê 15 roj biajo û armanca kampê wek pirsgirekên ciwanan di cihê wî de tespitkirin, pirsgirekên xwe û qadên pirsgirekên xwe anîna zimanê ava kirin e. Bi van qadan jî zîrektiya ciwanan derxistina holê, zehmetiyên ku tê jiyîn re rû bi rû mayîn û derbaskirina zehmetiyan bi pratîkî tê armançkirin. Sedema kamp di çarçoveya Jineolojî de ye jî ew e ku bi potansiyela ciwanan hişmendiya cewherî, zanebûna cewherî derxistina holê ye.
-Dikarin bi her kampê ku pêk tê jî di çarçoveya Jineolojî de pirsgirekên di navbera ciwanan de derdikevin tespît bikin, analiz bikin û hêza çareseriyê bibin. Ji ber vê jî guncav tê dîtin ku Kamp di çarçoweya Jineolojî de were kirin.
Mijara yekem a Jineolojî jî “Xwe xweşik îfadekirin e”. Di kampa ku di çarçoveya etîk-estetîk de were kirin de ligel perwerdeyên binyadî ya Jineolojiyê ve kargehên ku ciwan bikaribin xwe rihet îfade bikin û afirîneriya xwe derxînin holê were avakirin.
Kargehên xwe xweşîk îfadekirinê:
Bi dayîna her semînerekî rêxistinkirina kargehekî were ava kirin. Ji wan yek jî kargehên “Xwe xweşîk îfadekirinê” ye. Ango ji jiyanê re di milê Jineolojî de nêrîn e…
Xwe bi Hûnerê xweşik îfade bike!.
-Mûzik
-Şano
-Govend-Reqs
-Wêne
-Hûnera Destan
Xwe bi werzîşê xweşik îfade bike!
-Teakwando
-Şera Nêz
-Avjenî
Xwe bi wêjeyê xweşik îfade bike!
-Lêkolîn-Anket-Analîz
-Helbest
-Nivîs
Xwe bi tendûristiyê re xweşîk îfade bike!
Semînerên ku wê li qampê bên dayîn:
1-Xwe çawa xweşîk îfade bike? Wek naverok pêwîste xitap û uslûb çawa be? Di têkilî avakirin de zehmetiyên em dikşînin çine? Kaygî, kêm baweriya cewherî, şermok, biçûk ditîn û hwd. ku civak ser me ferz dike, derbas bikin û bi bawerî, bi cewher û karîna xwe xwe îfadekirin…
2-Bi Xwebûyînê koka xwe ditîn û nasnemeya xwe naskirin.
3-Semînera Anatomî, piştî nîvro bi Şifa Jin ber bi atoyla xweşîkbûnê.
4-Ser zayendperestiya civakî semîner wê bê dayin.
5-Nasîna Jineolojî
6-Semînera Etîk û Estetîk
7-Di Mitolojî-Bawerî-Felsefe-Huner-Zanîstî de jin
8-Welatparêzî
9-Semînera xweparastinê
10-Semînera jin û şîdetê
Nîvroj bi semîneran, piştre nîvrojê bi tarzê atolya wê faaliyetên hunerî bên kirin.