AMED –Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 177’emîn de li mala xwe ya li Amedê berdewam dike.
Li aliyê din, li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 164’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 138’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 139 roj in berdewam dike. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 63’yemîn de berdewam dike.
BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 117 roj, Gurbet Ektîren 108, Mahsun Şen 119 û Mûrat Aksin 50 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 117 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 66 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.