NAVENDA NÛÇEYAN –Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê Nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Li girtîgehên wek Amed, Wan, Bakirkoy û Gebzeyê 5 jê jin bi giştî 15 girtî ketin çalakiya rojiya mirinê û çalakiya wan ket roja 4’an. Girtiyên li dijî bêdengiya rayedarên dewletê û bêhestiyariyê çalakî veguhertin rojiya mirinê wiha gotin: “Yên qêrîna berxwedana me ya bilind dibe, nabihizîn û nabînin divê carekê derbarê mirovahiya xwe de lêpirsînê bikin. Em ê teqez berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û bi ser kevin.”
Girtiyên ketine rojiya mirinê piranî berê di grevê de bûn.
Girtiyên ketine rojiya mirinê wiha ne:
Asli Dogan: Li Karakoçan a Elezîzê hatiye dinê. 36 sali ye. 19 sal ceza girtiye. 14 sale girtiye. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê ye.
Zozan Çîçek: di 1992’an de li Amedê hatiye dinê. 9 sal û 9 meh ceza girtiye. 3 sale di girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye. Ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de bû.
Nesrîn Akgul: Li Gimgim a Muşê hat dinê. Di 15’ê Çile de tevlî greva birçîbûnê bû. Ji 2008’an de ye girtiye û 18 sal ceza lê hatibû birin. Niha li girtîgeha Bakirkoy a jina ye.
Şukran Aydin: Ji Erziromê ye û 22 salî de li Dîlokê hat girtin, rastî îşkenceyê hat û 12 sale girtiye. 130 sal ceza danê. Şukran li girtîgeha Bakirkoy a jinan girtiye.
Ardil Çeşme: Li Licê ya Amedê hat dinê. Di 1994’an de cezayê muebetê lê hat birîn. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê di 1’ê Adarê de tevlî grevê bûbû.
Ahmet Topkaya: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.
Ferhat Turgay: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye, cezayê muebetê girtiye û tevlî rojiya mirinê bûye.
Ergîn Akhan: Ji Muşê ye. di 2015’an de li Amedê hatiye girtin li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye.
Enver Donmez: Ji Wêranşar a Rihayê ye. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Ji 1’ê Adarê de di grevêde bû.
Abdulhalik Kaplan: Ji Licê ye, li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye.
Îhsan Bulut: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye. Di 23’ê Sibatê de ket greva birçîbûnê û di 30’ê Nîsanê de ket rojiya mirinê.
Ahmet Anigi: 26 saliye. Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye û ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.
Ozhan Ceyhan: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. Tevlî rojiya mirinê bû.
Vedat Ozagar: Li girtîgeh Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.
Erol Çelîk: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.