“Têkiliyên dewleta tirk, li gel Iraqê û her wiha li gel her sê dewletên dagirker, ji mêj ve heye û berdewam e. Lê têkiliyên li gel Başûr û bi taybetî jî yên di dema AKP’ê de gelek balkêş in.
Bi giranî, çaxên ku tengav dibin bêhtir berê xwe didin Başûr. Niha, ji çaxên berê zêdetir ketiye ber dorpêçek siyasî û aborî û civakî û hwd. Hevalbendê wî yê herî dawî Omer Beşîr bû, bi derbeyeke leşkerî têkçû. Cuhoya wî ya aboriyê, bi taybetî jî kaniya zêrê wî, piştî Riza Zarab, Maduro bû, ew jî rûberûyê derbeyek leşkerî bûye û ew bixwe hewceyî alîkariyê ye. Navbêna wî û hevalbendê wî yê “stratejîk” Trump jî roj bi roj xerabtir dibe.
Wisa diyar e ku ambargoya li ser Îranê di 2’ê Gulanê de ji bo Tirkiyeyê jî êdî despêdike, ewê serê xanedaniya Receb gelekî bi êşîne û jixwe ji nuha ve gêjomêjo bûye.
Her wiha têkiliyên wî û hevalbendên wî yên “stratejîk” ên nuh, Rûsya û Îranê jî ber bi têkçûnê ve diçe. Wa ye civînên wan ên bi nav û deng ên ASTANA ya 12’e mîn jî bê encam ma. Dosyayên xwe veguhestin û birin CENEVRE’yê. Him ew bi xwe jî dibêjin civînên Soçî û Astana têkçûn û him jî wa ye li ser Idlibê û derdorên wê êrîşên hevpar û giran ên rejîma Sûriyeyê û Rûsyaye despê kiriye. Ev tê wateya hilweşina lihevhatina Rûsya û AKP’ê ya li ser van bajaran.
Êdî divê R.Erdogan biryara xwe bi lez bide; ya teslîmî Emerîka dibe an jî ji NATO’yê jî vediqete û xwe davêje himbêza Pûtin!
Lê xwedê zane nikare ji Emerîka û NATO’yê veqete. Bi hezar zincîrî pêve girêdayî ye. Bi kurtahî weke mirîşka gêj lêhatiye û nizane ewê çi xweliyê li serê xwe bike!
Lewma virde û wirde baz dide û hewara xwe dibe hinek cîhên ku halên wan, ne ji yên wî baştir e. Eger sibe rojê biçe xwe bavêje bextê “birayê” xwe yê kevn Beşarê Şamê, ne ecêb e. Û wê navê wî jî, ji Eset vegerîne ESAT!
Ka em bala xwe bidin çûna Mevlud Çavuşoglu a Bexdayê û Hewlêrê. Bi taybetî ya Hewlêrê û pêşwaziya rêveberên Başûr gelek balkêş bû!
Nêçîr û Mesrûr Berzanî û Kûbat Telebanî bi kêfxweşiyek berbiçav û bi şovek mezin a raxistina xaliçeya sor a li ber firoka milî ya Dewleta AKP’ê, “birayê” xwe Çavuşoglu pêşewazî kirin. Ew ken û mirç mirça maçkirina wan bi M.Çavuşoglu re, weke gotina pêşiyên Kurdan “te digot qey çûbû xezûyê, ji wan re talan vegerandibû” ku ewqas bi dilxweşî û serbilindî, qîmet û rûmet pêşkêş dikirin!
Bê şik û gûman ew ne ji bo xêrê li Hewlêrê bû. Dîroka têkiliyên wan û kiryarên wan li ber çava ye. Hemû bazara wan li ser têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Ma komkujiya Elî Eskerî û hevalên wî, her du Seîdan (Kirmizitoprak û Elçi) û hevalên wan, nexweşxaneya Hewlêrê, Mûsilê, Şingalê, Qendîlê, Mam Zekiyan û hwd.hemû ne encamên têkilî û senaryoyên MİT û rêveberiya Başûr in?
Helbet gazincê mirovan ji dewletên dagirker û mêtinger re nabe. Belê gazinc, gilî û rexneyê mirovan, li ew kes û hêzên xwe Kurd û Kurdistanî dibîne hene.
Erê em bêjin, dibe we dîroka bav û bapîrên xwe jibîr kiri be. Lê ma hêj teze we referandûmek çêkir. Yên ku herî zêde li dijî we rabûn ne ev kabirayên ku hûn ewqas jê hez dikin û mirçûmirç maç dikin û xaliçeyên sor li ber piyên wan radixin?
Ez bawer dikim eger bav û bapîr û mamên we M.Mustefa û Ebdusselam BERZANÎ ji qebrên xwe rabin, ewê we bi tundî şermezar û gunehbar bikin. Ew ê bêjin, “bi van têkilî û kiryarên xwe, firq û cudahiya we ji wî Sofî Ebdullahê Gengeçîna Rojhilatê Kurdistanê nîne”! Bila were zanîn li ser xiyaneta Sofî Ebdullah, Ebdusselam û hevalên xwe ji aliyê waliyê Tirkan/Osmaniyan ê Musilê Suleyman Nazif hate idamkirin!”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş