ENQERE – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yê bajarê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz gefa, abuse û zextên ku li ser ciwanan ji milê polîsên Tirk ên dagirker û kesên ku xwe wek îstîxbaratvan dide nasîn tê meşandin, kişand rojeva Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM). Kaçmaz pêşnumaya bi 3 pirsan da Parlamentoya Tirkiye û xwest ev bên bersivdayîn, ji ber li navenda Şirnexê û navçeyên wê taybet piştî qedexeya derketina derve kesên ku xwe wek ‘îstîxbaratvan’ didan nasîn li ciwanan digeriyan û nerehetî didin wan.
Pêşnumaya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz wiha ye:
“Li gorî agahiyên ku ketiyê çapemeniyê, kesên xwe wek “îstîxbaratvan” didin nasîn li ciwanê bi navê Y.N digeriyan û bi henceta “em çayê vexwin” ew birine Miduryeta Ewlekariyê û hertim wî dişopandin.
Ciwanê 19 salî Y.N ku li Şirnexê dijî û ji ber sedemê ewlekarî naxwaze navê wî eşkere bibe diyar dike ku piştî qedexeyên derketina derve kesên ‘îstîxbaratvan’ li wî û gelek ciwanên din digerin û nerehetî didin wan.
Kesek ji Rêveberiya Ewlekariya Bajarê Şirnexê, Şaxa TEM’ê di 16’ê Nîsanê bi telefonê ku xeta wê ya Turkcell hejmara wê jî bi 36 bidawî dibe, li Y.N geriyane û xwestiye ew were emniyetê. Li emniyetê Y.N ne di deriyê pêş de, di deriyê paş re xistine emniyetê û pirsên wek “Tu ji partiyê hez dike, tu diçî partiyê?” jê pirs kirine û gotinê em ê piştre li te bigerin. Y.N ku polîs piştî lêpirsinê ew li cihe cuda daniye, diyar dike ku ji ber wan zextên polîsan gelek ciwan bêhizûrin.
Y.N herî dawî di 25’ê Nîsana 2019’an ji milê polîsên bi wesayitek ku plaka wê nin bû nêzî wî bûne û kontrola nasnameyê kirine. Piştî kontrolê Y.N ji polîsan pirs dike çima ew tê kontrolkirin, polîsan jî di nava civakê bi dengê bilind wiha gefan lê xwariyê “Ger ev cardin bê dûbarekirin, em ê te ji mala te bibin şaxa TEM’ê, li wir em ê serê te bişkînin, em nahelin tu li Şirnexê rehet bijî”.
Li ser vî esasî;
1- Wûn ji teqîbat û lêpirsînê ku Rêveberiya Ewlekariya Bajarê Şirnexê (Emîyetê) li ser ciwanên emrê wan di navbera 18-19 salî de tên kirin û ev li ser esasekî ku sedemên wê derbasdar ninin tê meşandin agahidarin?
2- Emniyeta ku ji ewlekariya civakê berpirsyarin, li dijî rumeta mirovan gefan li ciwanan dixwin û wan bi gotinên gefxwarî bêhizûr dikin û hestên ku ewlekariya jiyanê wan nine dide avakirin, wûn çawa didin pênasekirin?
3- Wê tû talîmat daye wezareta xwe ji bo li dijî gelê herêmê kiryarên wiha yên bê şert pêk binin?”