AMED – Malbat û xizmên girtiyan ên xwestin bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin û polisên dagirker ew dorpêç kirin, bi meşê barîkata polîsên dagirker şikandin û ber bi avahiya HDP’ê ya Amedê ve meşiyan.
Malbat û xizmên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê xwestin li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema dayik li parkê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin, polîsên dagirker park dorpêç kir û destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin. Xizm û malbatên girtiyan li ser astengiya polîsên dagirker dorpêça polîsan şikandin û meşiyan avahiya HDP’ê ya Amedê. Li gel malbat û dayikan parlamenterê HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari jî dimeşe. Meşa malbat û dayikên girtiyan didome.