TEBQA – Meclisa Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê ku hinek herêmên Sûriyê tev li Tirkiyê bike, di serî de lêkirina dîwarê qutkirina Efrîn, çalakiyek lidar xistin. Çalakî li navenda ciwanan a Tebqayê hat lidarxsitin. Çalakî dê 10 rojan dewam bike. Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan, ala YPJ/YPG û QSD`ê hatin daliqandin. Di çalakiyê de ciwanan daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endam komîteyên sivîl û ciwanên Tebqayê ji aliyê yek ji endama rêveber a Meclisa Ciwanên Tebqayê Şeza Mihemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de siyasetên Tirkiyê yên qirêj hat şermezarkirin û hat gotin ciwan tu carî derfet nadin ku siyasetên bi vî awayî û parçekirina bi hustek ji xaka Sûriyê, werin berdewamkirin.
Di berdewama daxuniyaniyê de ciwanan, ji gelê Sûriyê xwestin ku li hemberî siyasetên Erdogan ên dagirker bisekinin û wiha hate domand: “Bi taybet li hemberî lêkirina dîwarê ku Efrîn ji welatê dayikê Sûriyê qut dike, bisekine. Bêdengiya gelê Tirkiyê li hemberî van siyasetan dê dîrokê wê wekî xaleke reş li ser eniyên gelê Sûriyê her tim bi bîr bîne. ”
Di daxuyaniyê de ciwanan soz da ku ew ê heta serkeftinê û pêkanîna demokrasiyê tê bikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û banga azadî û demokratiyê bidawî bû.