NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo danasîna namzetên hilbijartina ji bo Parlementoya Ewropayê li pêşiya Şaredariya Dusseldorfê mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Di çalakiyê de ciwanên Kurd çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Ciwanan derbarê grevên birçîbûnê û tecrîdê pankart vekirin û belavok belav kirin.
Polîsan xwestin ciwanan destgîr bikin lê ciwanan li ber xwe dan. Polîsan piştre ciwanek destgîr kirin.
Ciwan piştre derketin ser dikê û pankart vekirin. Demeke dirêj pankart vekirî ma û bi sedan kesan wêne girtin.