AMED – Operasyona eskerî ya di 27’ê Nîsanê de li herêma navçeya Pîranê ya Amedê hatibû destpêkirin didome. Hat ragihandin ku li gundên Xaçek, Herîdan, Şingirik û Tanekra yên dikevin herêma operasyonê dem bi dem pevçûn li wan diqewimin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, di pevçûnan de 2 esker û 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.