MÊRDÎN – Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stewrê, li bajaroka Ewîna ya navçeya Stewra Mêrdînê şahiya ciwanan li dar xist. Hevşaredarên Stewrê, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek ciwan tevlî şahiyê bûn. Beriya axaftinan govend hat gerandin. Piştre Hevşaredara HDP’ê ya Stewrê Gulîstan Oncu axaftinekî kurt kir.
Gulîstan, greva birçîbûnê bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrge Leyla Guven dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bûye silav kir û wiha got: “Divê hemû kes xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin derbikeve. Di rojên gelek zor û zehmet de derbas dibin.”
Piştî axaftinan ciwanan goven gerand. Şahiya ciwanan bi stranên Koma Awesta û bi govendê bi dawî bû.