AMED – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakî li dar dixistin. Ji bo protestokirina êrîşên li ser xizmên girtiyan çalakiyek hate lidarxistin. Komeke ku endamên KESK’ê jî di nav de ne, li pêşiya AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û gelek kes destgîr kir.