DÊRAZOR – Konferans bi beşdarbûna bi sedan jinên ciwan ên Dêrazorê, şandeyek ji Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl li hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya bajarokê Kisrayê hate lidarxistin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Axaftina destpêkê ya konfernasê ji aliyê endama rêveber a Meclisa Jinên Jiyan Koder ve hate kirin. Jiyan anî ziman ku jinên ciwan bingeha civakê ne, rizgarkirin jin bi perwerdekirinê ve destpê dike, beşdarbûna jinên ciwan di nava çalakiyan de serkeftinek e.
Paşê endamên dîwana konferansê ji 5 kesan hatin hilbijartin.
Di konferansê de, Rêvebira Meclisa Ciwanên MSD’ê Alîn Ehmed, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûr Niwêser, Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê Şeza Mihemd, Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê endama meclisê Rewa Beşar, bi naê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen û bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed axivîn.
Kesên axivîn, konferans li jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinên ku nû ji fikrê DAIŞ’ê xilas bûne pîroz kirin û diyar kirin ku konferans bi armanca rizgarkirin û pêşxistina rola jinên ciwan di civakê de tê lidarxistin.
Di konferansê de peyamên pîrozbahiya konferansê hatin xwendin. Her wiha rapora xebatên salekê yên Meclisa Jinên Ciwan a Dêrazorê hate xwendin.
Paşê deriyê nîqaşan hate vekirin. Beşdaran pirsgêrkên li pêşiya jinên ciwan derdikevin, rêbazên çarserkirinê û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Piştî mûdaxeleyên beşdaran, rêziknameya meclisê ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Ciwan û Werzîşê Nûriya El-Îsa ve hate xwendin. Bendên rêziknameyê hatin nîqaşkirin û ji aliyê hemû delegeyan ve hate erêkirin.
Piştre, biryar hatin girtin, ji wan;
-Li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê têkoşîn were kirin.
-Piştgiriya bi berxwedana Leyla Guven re were domandin.
-Jinên ciwan di saziyên civakî û leşkerî de werin birêxistinkirin.
-Semînerên zanistî ji bo jinên ciwan werin lidarxistin.
-Şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê werin bi bîranîn.
-Aktîvkirina komîteya perwerdeyê di Meclisa Jinên Ciwan de.
Her wiha 25 kes wekî endamên Meclisa Jinên Ciwan a Dêrazorê hatin hilbijartin.
Konferans bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.