AMED – Koordînsayona DGH û DGKH bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên wan ên Tolhildanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina ser berxwedaniyê rojiya mirinê û grevên birçîbûnê çalakî lidarxistine.
Çalakiyên ku hatine kirin wiha ne:
“2’ê Gulanê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Ayten Beçet û Şehîd Zulkuf Gezen li kolana Lefkoşa ku nêzî dibistana polîsan e, ji bo bal bişkine ser berxwedaniyê rojiya mirinê û grevên birçîbûnê çalakî lidarxistin û kolanê xistin bin kontrola xwe. Yekîneyên ku bi fîşekên hewayî û bombeyên dengê çalakî pêk anîn, sloganên wek ‘Bijî Serok APO’,’Ciwan fedayî Rêber APO ne’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ avêtin. Yekîneyên me bi çepik û tîlîliyên ji milê welatiyan hatin pêşwazîkirin, Yekîneyên me jî ew agahdar der barê pêvajoyê agahdakirine û piştre çalakiya xwe bi dawî kiriye.
Di 3’ê Gulanê Yekîneya Tolhildana Şehîd Ayten Beçet li navçeya Rezanê li ser gelek dîwaran nivîs nivîsandine.”
EM WEK DGKH EM Ê HESABÊ ÊRÎŞAN BIPIRSE
Koordînasyona DGKH der barê êrîşên faşîzane li dijî dayikan ev bangawazî li jinên ciwan û tevahî ciwanan kir:
“Ev çalakiyên me bersiva li hemberî êrîşên ku li Koşuyolê li dijî dayikan hatin kirin e. Em ê ji êrîşkaran re hesabê êrîşên li hemberî dayikên me giran bixwazin. Li dijî wan êrişan pêwîste destpêkê Jinên Ciwan û bi giştî Ciwanên Kurdistanê dakevin qadan û ji faşîzmê hesab bixwazin. Em wek Jinên Ciwan ên Kurdistanî, me li dijî dagirkeran, li dijî dijminê faşîst hertim di refên pêş de şer kiriye û derbên giran li dijmin xistiyê. Em ê bi heman awayî destên faşîstan ku êrîşî dayikên me dikin bişkînin.“