ŞENGAL – Dema 2014’an DAIŞ êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Jinên Şengalî ji zilma taritiyê meşiyan berbi azadiyê û me jî dema kamera xwe girtin û bi wan re niqaşkirin rastiyek derket holê: “Dema bindestiya DAIŞ’ê de zarokên jidayikbûn, wê rewşa wan êdî çawa be?” Di vê pirsê û bersiva wê de heqîqetek veşartiye…
Min berê çîroka rizgarbûna Şengali’yan ku piştê esareta 5 salan a ku bi dawîanîna hebûna di pêşengiya QSD’ê de DAİŞ’ê wek erdnigarî pêkhatibû parve kiribû.
Ez dixwazim niha qala versiyonên nû ya domandina polîtikayên xiyanetê li dijî Şengal’ê ya ku piştê destpêkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya 2014’an de paş xwe jî nenêrîn û reviyan bikim.
Di demekê berê de bi fetvaya Meclîsa Ruhanî ya Êzîdî’yan hata ragihandin ku zarokên ku dayika wan Êzîdî’ne û bavê wan DAÎŞ’ê ne wê ji Cemaata Êzîdi’yan re were qebulkirin.
Piştê vê kesên ku li ser vê mijarê Meclîsa Ruhanî ya ku ji bo civaka Êzîdî gelek girînge wekî bidin ber topan êrîş kirin, kesên hevkarên herêmî yên di kontrola dewleta Tirk de bûn… Wisa hate kirin ku piştê van êrîşên li ser Meclîsa Ruhanî, mecbur man ku daxuyaniya “Em şaş hatin fêm kirin” bidin.
Encax çavderiyên min ên hevpeyvînên ku me bi kesên di nav bûyerê de bûn kirine de min dît ku nîqaşên tên kirin ji rantên ku tê xwestin bi dest bixin pir dûr bû. Li dijî pêşketinên ku pêkhat de pirsa ku dihat mêjiyên mirov, Feydeya hevkaran ji vê çi bû? Bersiva vê pirse jî gelek ne zehmet e. Derdorên ku hebûna xwe li ser esasa dijberiya Jiyana Azad ava kirine; zemîna jiyana wan dema holê radibe dixwazin kemînên nû ava bikin. Fêmkirina vê zêdetîr hêsan dibe.
Hevkarên ku bi hezaran Jinên Êzîdî bi peymanên nepenî firotin, niha jî gengaz e ku mirov bibine wek wan peymanan bi peymanên nû di nav civaka Êzîdî de cudabûn, bênirxkirin û Şêngalê bêêzîdî kirin dixwazîn hêzên xwe cuda bikin.
Pêwîste tespîta Êzîdiyek ku me vê rewşê jê re pirsî baş bê fêm kirin; “Darên ku bi xiyanetê hatiye av dan, fêkiyên hevalbendî (dostane) nayê berhevkirin!”
NC/Xemgin ROJ