STUTTGART – Berxwedêrên greva birçîbûnê, îro car din standa piştgiriyê li Konigstraßeyê vekirin û çalakiya xwe domandin.
5 berxwedêrên ku bi şev li avahiya Komalaya Lîlo Hermanê derbas kirî, roja dîtir danê nîvro li Stuttgart Konigsraßeyê standa agahdarkirinê vekirin.
Ciwanên Kurd bi pankartên xwe piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê raber kirin û çûn serdana standê.
Greva birçîbûnê danê êvarê piştî saet 18:00’î li avahiya Komaleya Lîlo Hermanê didome.