NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo îro Mîhrîcana 6’emîn a Hespên Resen bi beşdarbûna 115 pêşbazên ji herêmên kantonê, li dar ket.
Mîhrîcan li gundê Kerhok ê girêdayî navçeya Çilaxa hate lidarxistin. Bi dehan şênî û nûnerên Rêveberiya Xweser a kantona Qamişlo beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan bi axaftina hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv dest pê kir ku pêşwaziya beşdaran kir. Her wiha bal kişand ser çalakiyên ku mîrasa çandî ya gelên herêmê diparêzin.
Çalakiyên mîhrîcanê li ser 13 beşan belav bûne. Pêşbirk destpêkê hezar metre û piştre heya hezar û 800 metre diçe.
Kesên ku di pêşbirkê de bi ser ketine, li ser 3 dereceyan hatin xelatkirin û ji wê jî 100 hezar lîreyên Sûriyê jî ji bo kesê yekem, 75 hezar ji bo kesê duyem û 50 hezar jî ji bo kesê sêyem hate dayîn.
Di dawiya mîhrîcanê de jî endamên komîteya amadekar û çavdêrên mîhrîcanê ji hêla Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo ve hatin xelatkirin.