ÊLÎH – Ciwanên Êlîh ji bo bal kişandia ser rojiyên mirinê û berxwedanên grevên birçîbûnê û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi merşa “Çerxa Şoreşê” meşek lidarxist
Ciwanên Êlîhê ji bo bal bikşine ser berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek lidarxist. Di meşê de ciwanan merşa berxwedanê “Çerxa Şoreşê” gotin.