AMED – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan û yên Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) li taxa Fatîhê ya navçeya Baglarê ya Amedê li dijî deverên ku madeyên narkotîkê lê dihatin bikaranîn û firotin çalakî kirine.
Daxuyaniya ji milê DGH hate kirin wiha ye:
“29’ê Nîsanê saet 20:00, li taxa Fatîhê ya navçeya Baglarê ya Amedê, yekîneyên me yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li dijî deverên ku madeyên narkotîkê lê dihatin bikaranîn û firotin tespît kirin bi fîşekên hewayî û bombeya deng çalakî kirin.
Ev çalakî li dijî jarkirina ciwanên kurd ji aliyê îttîfaka faşîst ya Akp-Mhp û dewleta dagirker a tirk hatiye kirin. Çalakiya hate kirine wek hîşyariyekê bû. Kesên wiha ku dixwazin ciwanan bi jar bikin û ji cewhera wan dur bixe wê bibe hedefa me û ewê bên tune kirin.”