NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 7’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê kir, 180 roj in çalakiya xwe didomîne.
Guven li pêşberî deng û bêhnê hesas bûye, êşên serî û mîdeyê lê giran bûye û devê wê birîn bûye. Tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê giran e jî bi moral û motîvasyoneke mezin çalakiya xwe didomîne. Guven ku sê demsal li pey xwe hişt, bi berxwedana xwe re di dîroka Kurdistanê de bû berxwedêreke diyarker.
Di dema berxwedana Guven de li girtîgeha Tekîrdagê girtiyê ji doza PKK’ê Zulkuf Gezen çalakiya fedayî kir. Piştre girtiyên bi navê Ayten Beçet, Mahsûm Pamay, Yonca Akinci, Sîraç Yuksel, Zehra Saglam û Medya Çinar çalakiyên fedayî kirin.
Denîz Kaya bi navê girtiyan daxuyanî da û diyar kir, ku çalakiyên fedayî berpirsyariyeke mezin daye ser milê wan û got, “Xeta me ya berxwedanê ya heyî li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ye. Em napejirînin ku çalakiyên bi vî rengî yên fedayî bên kirin û dibêjin, divê di nava rewşeke rêxistinî de bi hevgirtî tevbigerin.” Bi vî rengî dawî li çalakiyên fedayî hate anîn.
Van çalakiyên fedayî bandoreke giran li Leyla Guven kiribû. Zelal Bîlgîn beriya niha ji ANF’ê re axivîbû û qala bandora çalakiyên fedayî li ser Guven kiribû: “Destpêkê agahiya Zulkuf Gezen ji me re hat. Piştî vê agahiyê rewşa wê ya tenduristiyê girantir bû. Van agahiyên ji zindanan hat bandor li psîkolojiya hevala Leyla kir. Mirina mirovên ciwan ew gelekî hejand. Ji ber ku Leyla Guven ji bo her kes bijî, ji bo kes nemire dest bi vê çalakiyê kir û li malbatên kesên di girtîgehê de ne yek bi yek difikire.”
Guven piştî çalakiyên li zindanan daxuyaniyek da. Diyar kir ku niha berxwedanek heye û divê her kes li dora vê berxwedanê bicive. Leyla Guven peyamek ji radyoya Dengê Welat re şand û destnîşan kir, di greva birçîbûnê de pêwîstî bi hêz û moralê heye, çalakiyên fedayî gelekî hêja ne, lê belê her çalakiyek perçeyekî wê bi xwe re dibe. Guven wiha gotibû:
“Heval Zulkuf, Ûgûr, Ayten. Ez bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînim. Wan bi ruhekî fedayî xwestin ku bêdengiyê bikişînin û rêya mirinê bigirin, wan ev çalakî li dar xistin. Lê ez dibêjim, bila were zanîn ku her hevalek vê çalakiyê pêk tîne parçeyek ji laşê min, ji ruhê min, ji dilê min bi xwe re dibe. Li hemberî van çalakiyan em rêz digirin. Em dibêjin; ji xwe çalakiyeke ku me dest pê kiriye heye, ji xwe em di nava çalakiyê de ne. Em hatin merheleyeke nêz ku em encamê bigirin; gelê hevalno divê em li derdora çalakvanan cih bigirin. Em çalakiyên nû nekin. Ev çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatine kirin gelekî gelekî bi qîmet in. Mirov nikarin der heqê wan de tiştekî bêjin. Lê belê weke me got, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gelek caran ev çalakî hatine nirxandin. Hatiye gotin, ‘Divê hûn ne mirinê, lê jiyanê bidin pêşiya xwe. Divê hûn ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bilindtir bikin, çalakiyên xwe cûrbecûr bilindtir bikin. Ne hema dawî li jiyana xwe bînin’.”
Di roja 174’an a çalakiya Guven de girtiyên li girtîgehan daxuyaniyek dan û diyar kirin, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wê ji 30’ê Nîsanê û pê ve greva birçîbûnê veguherînin rojiya mirinê. Rojiya mirinê ya 15 girtiyan di roja 7’an de ye.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bûlût û Erol Cengîz, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ahmet Topkaya, Abdulhalik Kaplan û Ferhat Tûrgay di rojiya mirinê de ne.