NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ragihandin ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdan dikirin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye”, “koster xerabe ye,” “koster di tamîrê de ye” “OHAL heye” û “Xala 5275’an a der barê tedbîrên ewlehiyê dihatin redkirin.
Parêzeran Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nava 8 salan nêzî 811 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Heri dawî di 2’ê Gulana 2019’an piştî 8 salan parêzerên Ocalan çûn greva Îmralîyê û hevditîn pêk anîn. Der barê naveroka hevditîn wê parêzerên Ocalan di saet 15:00’an li Stenbolê li otela Taksim Hill daxuyanî bide raya giştî.