NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek, tevlî Bernameya Dilistan ya Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Engîzek di destpêka axaftina xwe de bi germahiya bihara çiyayên Kurdistanê Rêber Abdullah Ocalan, Şehîdên Gulanê û çalakvanên rojiya mirinê û grêvên birçîbûnê silav kir. Engîzek got, “Em, neviyên Seyîd Riza dikarin bêjin, bila dilê şehîdên me jî şa be, em îro him bi hîle û listikên wan jî dikarin û em ber bi serkeftina mîsoger ve dimeşin.”
EV PÊNGAVEKE STRATEJÎK E
Xalîde Engîzek, li ser pirsa di derbarê grêvên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî ev nirxandinên girîng kir: “Ev pêngaveke stratejîk e, berxwedana zindanan jî parçeyekî vê stratejiyê ye. Ev pêngav ne bi tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, di heman demê de ji bo hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ye jî. Hevalên me yên ketine grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî hevalên me yê herî hişyar û hessas in. Wan pêvajo û xetere baş fêm kir. Tecrîd ne tenê li ser Rêbertî ye. Îmralî wekî sîstemeke model e. Lê gelê Kurdistan, çiya û bajar jî di bin tecrîdê de ne. Em bixwazin li ku derê nefesekê bistînin, li wir tecrîd heye. Em di bin pencê faşîzmê de û di bin pencê qirkirina çandî de ne. Ji bo wê jî fêmkirina pêngavê girîng e. Di vê wateyê de em dibêjin hevalên me yên li zindanan ev pêngav rast fêm kirine. Ji ber ku ew bi awayekî eşkere bi dijmin û tecrîdê re rû bi rû dimînin.”
Sedema ku faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî çalakiyên pêş jî dikevin û derveyî çend gavên ji bo xapandinê hatî avêtin, gav navêjin jî Engîzek anî ziman ku ji tirsa xwe gav navêjin û got, “Faşîzm bi vê bawer dike ku çi qas zextan li ser gelan zêde bike, faşîzmê kûr bike, ew qasî dikare civakê zeft bike. Lewre ew jî dizanin ku di warê azadî û demokrasiyê de gavek bê avêtin yê gavên pey wê jî werin xwestin. Lewre îro krîzeke mezin heye. Him di aliyê aborî him jî di aliyê civakî û siyasî de krîzeke kûr heye. Ger ku pêşiya vê were vekirin, wê pergala wan ji hev belav bibe. Ji ber vê jî ji guhertinên demokratîk ditirsin.”
TIŞTA KU LI ERDÊ TÊ KAŞKIRIN, WIJDANÊ MIROVAYETIYÊ YE
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Engîzek, di derbarê êrîşên hovanê yên li ser dayikan û berxwedana wan ya bi rûmet de jî got ku: “Dinya, mirovahiya pêşverû divê vê bibîne; li ciyekî ku faşîzm heye, ne gengaz e ku çalakiyên demokratîk bêne kirin, faşîzm diperçiqîne, tine dike, dixwaze ji holê rake. Li derve nahêlin civak nefesê bistîne. Mirovên herî bi wijdan dayik in, zarokên wan li ber çavên wan dihelin, kezeba wan dişewite, derdikevin çalakiyê. Faşîzm ew qasî bêçare ye, ji tirsa nahêle du dayik, sê dayik werin ba hev. Ji hêza du dayikan ditirse. Çima? Ji ber ku îro dudu, sisê ne yê sibê zêde bibin. Dora dayikan bi panzer û polîsan digirin û dayikan bi erdê kaş dikin. Tişta ku li erdê tê kaşkirin, wijdana mirovayetiyê ye.”
Engîzek di dirêjahiya nirxandinên xwe de bang li civakê, bi taybet jî li ciwanan kir ku dayikan bi tenê nehêlin û got, “Bila kes ji dewleteke ku nûnertiya xeta DAÎŞ’ê dike aştiyê nexwaze, ya din jî aştî nayê xwestin, tê çêkirin.”
ERDOGAN Û WEZÎRÊN XWE JI TIRSA GERÎLAYAN NIKARIN RAZÊN
Xalîde Engîzek, çalakiyên gerîlla yên li çiyayên Kurdistanê de berxwedana jin û ciwanên Efrînê jî nirxand û got ku “Li ku derê dagirkerî hebe, li wê derê mafê lêxistinê heye. Hewce nake ku li her derî gerîlla jî hebe. Rihê Egîd, Bêrîtan û Zîlan li her derê heye. Li çiyayên Kurdistanê hêze Kurdistanê ya netewî gerîlla ye, bi navê şehîdên berxwedaniya zindanê çalakiyan dike. Li Efrînê jî ciwanên Efrînê şer dikin, derban li faşîzmê dixin. Sebebên wan hene, welatê wan hatiye dagirkirin û talankirin. Ji Enqereyê hêza xwe radike dibe Efrînê dagir dike, li dora wê dîwaran lêdike, dixwaze ji Rojava û Sûriyeyê parçe bike, gelo çi heqê wan heye? Çalakiyên li hemberî dagirkeriyê rewa ne. Ti kes nikare gel û ciwanên Efrînê sûcdar bike. Li çiyayên Kurdistanê jî gerîlla bi zimanê ku faşîzm fêm dike, bi awayê herî profesyonel bersiva xwe bi çalakiyan dide. Ji tirsa çalakiyên gerîlla, Erdogan û wezîrên wî nikarin razên.”
BÊDENGIYA KILIÇDAROGLÛ Û CHP’Ê JI BER TIFAQA VEŞARTIYE AN NA?
Li ser bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê jî Engîzek got ku, “Em bi guman in ku Erdogan û CHP û Kiliçdaroglû li hev kirine. Dibe ku Erdogan gotibe, ‘Tu herêma Stenbolê bi rê ve bibe, ez ê Tirkiyeya giştî’ ji bo wê jî yekser Erdogan got, ‘heta 4 salan hilbijartin tineye…’ Ger ku li hev nekiribin, bila Kiliçdaroglû rabe, bibêje ‘me li hev nekiriye.’ Xuya dike ku Kiliçdaroglû jî lingekî komployê ye. Ne wisa be çima tevlî siyaseta demokratîk nabe? Çima dihêle ku faşîzm li ser lingan bisekine? Bi rastî mûxalefet û Kiliçdaroglû, li hemû metropolên Tirkiyeyê bi piştgiriya Kurdan û hêzên demokratîk bi ser ket. Gelan dengên xwe dane demokrasiyê, ne dane CHP’ê, dane dijîtiya faşîzmê. Ger ku CHP’ê, û Kiliçdaroglû bi AKP’ê re tifaqeke veşartî nekiribin, li hemberî vê tecrîdê, şehadetan, cenazeyên ji zindanan derdikevin çima bêdeng in?”
Engîzek di dawiya nirxandinên xwe de careke din şehîdên Gulanê bi bîr anî û soza serkeftinê da hemû şehîdan.