EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên ku di 4’ê Gulanê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li darxistiyê ragihand. Li gorî daxuyaniya HRE li gundê Kefer Xaşir 2 çete û li Merenazê jî 3 çeteyên dewleta dagirker a tirk hatine kuştin.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Di dîroka 4’ê Gulanê de, di êrîşa artêşa dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên herêma Şera de, li ser bersivdana hêzên me pevçûnên giran hatibûn jiyankirin û di encam de êrîş hatibûn şikandin. Di derheqê hinek çalakiyên ku hatibûn li dar xistin em agahiyên berfireh bi raya giştî re parve dikin.
Di dîroka 4’ê Gulanê de, hêzên me çalakiyek li hember erebeyeke leşkerî ku têde du çete hebûn li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herema Izazê li dar xistin, di encamê de du çete hatin kuştin û erebeya wan hate ruxandin, her du çete bi armanca destekdayîna êrîşkarr ên li herêma Şera berê xwe didan gundê Merenazê.
Disa di dîroka 4’ê Gulanê de, hêzên me sê çalakiyên sûqestê li hemberî çeteyên El Cebha El Şamiyê li dar xistin, du çalakî ji wan li derdora gundê El Malikiyê û ya sisyan li derdora gundê Merenazê pêk hat, di encamê de sê çete hatin kuştin. “