“Li ser Sûriyeyê siyasetek taybet tê meşandin. Hêzên li gelek deverên cîhanê nakokin, li Sûriyeyê di nava hevkariyan de ne. Ev wek rewş êdî ji aliyên herkesî ve normal tê dîtin. Dîsa di şerê navxwe yê Sûriyeyê de hêzên di destpêkê de dijberiya hev dikirin, piştî 8 salan bûn hevkarên hev. Hin hêzên hevkarê hev jî bûn dijberê hev. Têkiliyên Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Îran, Erebîstana Sûdî di wan 8 salan de gelek guherî. Ev guhertina dostan kir dijmin an nakok, dijmana jî kir dost û hevkar. Ev feraseta siyaseta demê dide diyarkirin.
Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ku ev demek pir baş xuya dikin jî ji taybetmediyê siyaseta demê ye. Di rastî de têkiliyên her dû aliyan jî li ser himanaye û wê kengî ji hevkarî biguhire nakokî ne diyar e. Lê dirastî de di roja îro dewleta tirk ya dagirker, hebûna xwe dibin parastina Rûsya de didomîne. Rûsya vê jî niha dagirkeriya dewleta tirk di nava axa Sûriyeyê de diberjewendiyê xwe dibîne û li dijî hevkarê xwe rejîma Sûriye û Îranê jî vê diparêze. Di demê dawî de jî xuya dibe ku nakokiyên hevkarên rejîma Sûriyeyê kûrtir kir.
Dewleta tirk a dagirker û hevakarên wê yên wekî çeteyên DAIŞ/El Nusra û hin partiyên di nava ENKS’ê de li bakûrê rojavayê Sûriyeyê li dijî gelê kurd ketiye nava komkujiya qewmî. Komkujiya qewmî di sala 2013’dan de li Cerablus, Minbic, Ezaz û cihên wekî Til Eran û Til Hasil ji aliyên çeteyên xwe da destpêkirin. Ev êrîşkariya çeteyên dewleta tirk ya dagirker wê demê bi komkujiya Til Hasis, Til Eran hat naskirin. Ji aliyekî din çeteyên dewleta tirk kurdên li Cerablus, Ezaz, Bab û Minbic bi tirsandin, girtin, îşkence, revandin, kuştinan da koçberkirin. 196 gund û bajorkê kurdan hate vala kirin. Li navçeyên wekî Cerablus du taxê kurdan ji bîne ve hate koçber kirin.
Dewleta tirk a dagirker dema dît ku çeteyê wê DAIŞ/Cephet El Nusra têr komkujiyan kurdan nake, vê carê bi destûra Rûsya û vekişîna DAIŞ’ê, Cerablus, Ezaz û Bab dagirkir. Ev dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê di qirkirina qewmî de gavek nû li ser kurdên li herêmê bû. Komên çeteyên radîkal yên wek berdewamiya DAIŞ, Cephet El Nusra, Ehrar Şam li herêmê bi temamî xistin bindagirkeriya xwe. Ev dagirkerî dewleta tirk dibin çavdêriya Rûsya de pêkhat.
Rûsya ku ji bo berjewendiyê xwe yên cîhanî, bitaybet bi armanca kûrkirina nanokiyên Dewletê Yekbûyî Amerîka yê, rê da dewleta tirk ya dagirker li Efrîn komkujiyan pêkbîne û dagir bike. Tişta dibin sîwana Rûsyayê de, dewleta tirk a dagirker li Efrîn kir, jenosîd bû û niha jî dewleta tirk dixwaze ev jenosîda kurdan fireh bike.
Piştî civîna Astana ku paytexta Kazakîstanê bi navê nû Nûr Sûltan pêk hat, pevçûnên li ser Idlibê zêdebûn. Ev nakokiyên li ser Idlibê çiqasa di berjewendiyê Rûsya û Tirkiyeyê de ne nediyar be jî niha şerê li ser Idlibê dijwar biye.
Di demek ku li Idlibê şer dijwar bûye, dewleta tirk ya dagirker dixwaze li Şahba lîstika bike. Dewleta tirk a dagirker dixwaze biwan lîstikan ve hebûna xwe li herêmê bidomîne. Bi wan lîstikan jî li ser Rûsya zext bike ku sîwana Rûsya bidome.
Çeteyên selefî li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn bidestê dewleta tirk tên biçek kirin, perwerde kirin û li ser gelê resen yên herêmê komkujiyan pêktînin. Ev jî dibin sîwan û parastina Rûsya ya ji bo Tirkiyeyê kiriye dibe. Rûsya sîwana xwe li ser hebûna dewleta tirk a dagirker rabike, wê gelê herêmê dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin. Niha pirs ev e ku wê Rûsya hatiye asta vê bike yan na?”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu