“Serçete Ebû Bekir El Bexdadî sala 2014’an bi rêya çapemeniyê dewleta xîlafetê ya DAIŞ’ê li Mûsilê ragihand. Piştî wê rojê heta niha dîmenên El Bexdadî nehatine weşandin û tenê carnan peyamên wî yên bideng dihatin weşandin. Lê tişta balkêş ew e ku El Bexdadî yê ji aliyê îstîxbaratên navdewletî tê lêgerînkirin û tu kes cihê wî nizane, piştî wê carê roja 29’ê nîsanê di dîmenekî dirêj ku dirêjahiya wê zêdeyî 18 deqeyane hat weşandin. Pişti ku DAIŞ li Baxozê ji aliyê leşkerî ve têk çû ev dîmen hat weşandin û weşandina vî dîmenî ne ji rêze ye û gelek xalepirs û şîroveyan bi xwe re tîne. Jixwe di cihê dîmen lê hatiye kişandin, dekor û cilên endamên rûgirtî pê re ne hin xalepirsan di serê mirovan de çêdike.
Beriya em behsa gotinên wî bikin, em ê balê bikişînin ser ber û palgiyên bi kar anîne, her wiha cil û çekên bi wan re. Şêwazê çêkirina wan beran herî zêde li herêmên bakurê Sûriyeyê têne bikaranîn, bi vê jî dixwazin bêjin ku alîgirên wan di herêmê de hene û ew hîn li ser xaka Sûriyeyê ne. Cilên El Bexdadî û kesên pê re jî çanda xelkên Sûriye û Iraqê nîşan dide. Di heman demê de diyar e ku rext, çek, ber û cilên di dîmen de hatine bikar anîne, hemû nû ne û cara yekem têne bikaranîn. Ev jî rehetiya wan nîşan dide. Li gorî nêrîna min El Bexdadî ne li Sûriyeyê ye, bi vî dîmenî dixwaze bêje ew hîn li çola Sûriyeyê yan Iraqê ne.
Tişta din jî raporên ku alîgirên El Bexdadî radestî wî dikin. Di wan de rapora Wîlayeta Tirkiyeyê herî dawî di destê xwe de radike. Beriya niha DAIŞ’ê di çapemeniya xwe de tiştekî navê wê Wîlayeta Tirkiyeyê belav nekiriye. Ev jî pirsekê bi xwe re derdixe, çima rêveberên DAIŞ’ê cara yekem Wîlayeta Tirkiyeyê di rewşeke wekî niha de bikar tînin? A din jî Ebû Bekir El Bexdadî di gotinên xwe de gefan li hemû xaçperestan dixwe û ji wan re dibêje ‘Neteweya Selîbî’. Çima bi taybetî navê Fransayê dibêje, mane Fransayê jî yek ji wan xaçperestan e! Li gorî nêrîna min ew ne tesaduf e, lêbelê li pişt wê peyamek mezin ji Fransayê re heye.
Li gorî dane û tiştên di dîmen de xuya dikin, ev dîmenê El Bexdadî bi destê îstîxbaratên hin welatan hatiye çêkirin. Ji ber kesekî li Baxozê ji şerekî têkçûyî derketiye wê nikaribe wiha rehet rehet derkeve û gefan li hemû cîhanê bixwe. Yanî dibe ku piştî vî dîmenî El Bexdadî careke din dernekeve, anî jî îhtîmale ew alî hebûna piştî vê derketinê hebûna wî ji holê rabike.
Piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ’ê re!
Beriya em piştperdeyên wan xalên li jor ku me anîn ziman binirxînin, divê em hin bûyer û belgeyên girêdayî DAIŞ’ê ku berê derketine, bi bîr bixin. Di belgeyên derketine de û hîn jî derdikevin kîjan welat herî zêde piştgiriya DAIŞ’ê dikir, ma ne dewleta tirk e. Ma ne 30 hezar çeteyên biyanî ku ji 55 welatên cîhanê derbasî Sûriye û Iraqê bûne, di ser xaka Tirkiyeyê derbasî nava DAIŞ’ê bûne. Niha jî girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên HSD’ê de ev tişt piştrast kirin.
Wekî mînak jî em dikarin çeteyê bi navê Selman Ebdulezîz El Dexîl ê ji Erebistana Siûdiyê ku niha di destê HSD’ê de girtiye bînin ziman, wî çeteyî got ku di sala 2015’an de dema hat Sûriyeyê rojekê li mêvanxaneya DAIŞ’ê ya li Xazî Êntab maye. Çeteyê DAIŞ’ê yê tirk Salih Bîle (Ebû Enes El Tirkî) jî yek ji çeteyên DAIŞ’ê yên li Baxozê ket destê şervanên HSD’ê ye. Wî çeteyî jî got ku beriya tev li DAIŞ’ê bibe, bi doza El Qaîdeyê di zindanên hikûmeta AKP’ê de hate girtin û mehkûm bû. Ema îstîxbaratên Tirkiyeyê ew serbest berda da ku were Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bibe. Her wiha çeteyê Isturalî Mahir Abser Alam (Ebû Selîm El Hindî) ku di nava DAIŞ’ê de xebatên tenduristiyê dikir, mukir hat ku hemû derman û cûreyên alîkariyên tenduristiyê yên DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê dihatin. Her wiha DAIŞ birîndarên xwe yên rewşa wan giran dişandin nexweşxaneyên Tirkiyeyê û li wir dihatin dermankirin.
Ev nav û belgeyên em tînin ziman beşek biçûk ji sedan belgeyên ku girêdana îstîxbaratên Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re û piştgiriya wan nîşan didin. Jixwe hîn me behsa şerê Kobanê û çawa dewleta tirk rê ji çeteyan re vekir ku di deriyê sînor a Tirkiyeyê êrîşî Kobanê bikin, nekiriye û her wiha me gotinên Erdogan ên der barê ketina Kobanê û belgeyên derbarê kirîna Tirkiyeyê ji neftê DAIŞ’ê re bi bîr nexistiye.
Piştî me hîn belge anîn ziman, em careke din vegerin dîmenên El Bexdadî yên dawî û çima di vê demê de navê Wîlayeta Tirkiyeyê bikar anîne. Niha jî wiha xuya dike ku dewleta tirk ku nema dikare belgeyên piştgiriya wê bi DAIŞ’ê re aşkera dikin, veşêre bi vê yekê dixwaze ji cîhanê re bêje ku ha binêrin wa El Bexdadî me jî dike hedef û welatê me jî wekî wîlayetek xwe bikar aniye. Li gorî vê jî îhtîmalek mezin di rojên pêş de hin êrîş di hindirê Tirkiyeyê de werin kirin.
Peyama Fransa çi ye?
Di aliyê din jî hikûmeta AKP’ê û îstîxbaratên wê dixwaze ji Fransaya ku bi awayekî fermî pêşwaziya şandeya Rêveberiya Xweser kir û piştgiriya xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da, bêje em ê DAIŞ’ê bikar bînin û nehêlin hûn li welatê xwe rehet bibin. Ji bo wê jî ne dûr e di demên pêş de li Fransayê jî êrîşên teroristane bi destê DAIŞ’ê werin kirin. Îcar gelo wê El Bexdadî niha li ku be û wê di hembêza kîjan welatî de be?”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Dilyar Cezîrî