AMED – Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, kurtejiyan û peyamên girtiyên di rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê de weşand.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 181’ê de ye. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî jî didome û ji 30’yê Nîsanê ve çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî didome.
Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, rapora xwe ya ku ji kurtejiyan û peyamên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pêk tê weşand. Înîsiyatifê di raporê de wiha got: “Heta niha rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk, girtî û malbatên wan gelek caran bang li Serokomartiyê, Wezareta Dadê, Serokatiya Meclîsê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, CPT’yê, Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û gelek parlementerên welatên din, sazî û dezgehên cîhanê kirin, name şandin. Lê belê ji xeynî daxuyaniyên şexsî û dînamîkên sivîl, tu rayedaran bersiv nedaye.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Çalakger bi êrîşên fizîkî û derûnî re rû bi rû dimînin û wan dixin hucreyan û tênd erbkirin. Tê xwestin bi qedexekirina hevdîtina bi malbatan, pêwendiya telefonê, şandina nameyn ceza bikin û pêwendiya wan a bi derve re qut bikin. Tansiyona wan û kîloyên wan bi awayekî rêk û pêk nayên kontrolkririn, xwê, şekir, karbon, lîmon, ava fêkiyan nadin girtiyên di grevê de, ên heyî tên desteserkirin û li kantînên girtîgehan bi fiyetekî du qat zêdetir tên firotin. Ev hemû di raporên ÎHD’ê de cihd igirin. Jiyana girtiyan digihê asteke ku vegera wê qet tune ye.”
7 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo protestokirina tecrîdê di 17’ê Adarê de Zulkuf Gezen (33) li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê, di 23’yê Adarê de Ayten Behcet (24) li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, di 24’ê Adarê de Zehra Saglam (23) li Girtîgeha Tîpa T a Oltû, di 25’ê Adarê de Medya Çinar (24) li irtîgeha Mêrdînê, di 1’ê Nîsanê de Yonca Akincî li Girtîgeha Şakranê, di 2’yê Nîsanê de Sîraç Yuksek li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê û di 5’ê Nîsanê de jî Mahzûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dawî li jiyana xwe anî.
Di rapora ku hat gotin “Deng, jiyan e! Em deng bidin, bila tecrîd bi dawî bibe” ji bo kes nemire bang li her kesî hat kirin ku bi hestiyarî tev bigerin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 1’ê Adarê ve li 117 girtîgehan zêdetirî 5 hezar girtî dest bi greva birçîbûnê kirine.
Kurtejiyan û peyama çalakgerên rojiya mirinê:
“*Ardil Çeşme: 45 salî ye. Wexta xwendekar bûye ji ber fikrên xwe yên polîtîk hatiye girtin. 25 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherandiye rojiya mirinê. Di hevdîtina xwe ya 1’ê Adarê de got: ‘Ji bo tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê dikim. Heta tecrîd bi adwî nebe wê çalakiya min dewam bike.’
*Asli Dogan: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Nesrîn Akgul: 38 salî ye. 10 sal in girtiye û cezayê muebeta giran û 5 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn. Li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê di 15’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Şukran Aydin: 34 salî ye. 12 sal in girtiye û 130 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Gitîgeha Jina ya Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Zozan Çîçek: Wexta xwendekara zanîngehê bûye hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Ahmet Anigi: 26 salî ye. 27 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Abdulhalûk Kaplan: 33 salî ye. 5 sal in girtiye. 23 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Ahmet Topkaya: 27 salî ye. 3 sal in girtiye. 22 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Engîn Akhan: 4 sal in girtiye. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Enver Donmez: 24 salî ye. 4 sal in girtiye. 23 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Ferhat Turgay: 29 salî ye. 4 sal in girtiye û 33 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Îhsan Bulut: 27 salî ye. 4 sal in girtiye. 7 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Ozhan Ceyhan: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Vedat Ozagar: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
*Erol Çelîk: 31 salî ye. 7 sal in girtiye. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
Navê girtiyên di greva birçîbûnê de jî yên ku Înîsiyatifê cih daye çîrok û peyaman wan wiha ne:
Ayten Gulsum, Azime Işik, Azize Yagiz, Berivan Bitmen, Besê Ozer, Beyaz Yakut, Dilan Yildirim, Dilbirin Turgut, Elif Atdemir, Esma Başkale, Fatma Odemiş, Gurbet Ektiren, Gurbet Ozturk, Hatice Kaymak, Hacer Xelil Yusuf
Hamide Yüksel, Hediye Yayık, Jiyan Ateş, Rojnameger Kibriye Evren, Mehtap Metin, Melek Yalçin, Menal Temel, Merge Polat, Mukaddes Çelik, Necla Atak, Nurşen Tekin, Ozlem Ozdemir, Ozlem Soyler, Reyhan Çomak, Rahşan Aydın, Rozerin Kalkan, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Sevican Yaşar, Sibel Akdeniz, Sibel Uçar, Sinem Oguz, Siveka Ataş, Sudan Guven, Suheyla Taş, Şadiye Manap, Şehriban Çoban, Zeynep Siptık, Zeynep Taşgir, Zana Çoban,
Zulftye Kişmir, Belgin Kanat, Berivan Bitmen, Ruşen Bozan, Saadet Akin, Zeliha Ustabaş, Abdullah Aksu, Abdullah Yildiz, Adnan Bulut, Agit Dolan, Agit Kortak, Agit Tekin, Agit Yıldız, Ahmet Kaya, Ahmet Kahanaslan, Ahmet Surme, Aydin Akiş, Aydın Hudat, Azad Aslan, Azad Bayram, Azad Yikar, Bariş Engin, Basri Kılınç, Bayram Aslan, Cemal Baran, Cemil Akış, Cihan Gökalp, Cihat Yayık, Deniz Ozdemir, Dindar Koç, Emin Yildiz, Emrah Bayram, Emrullah Kalkan, Erdal Polat, Faruk Aras, Ferhat Tuncer, Ferman Altuntaş, Ferit Bademkıraman, Fetih Yaşa, Fesih Tekin, Fırat Maçin, Fırat Ertunç, Ali Ertunç, Murat Ertunç, Recep Ertunç, Ferhat Ertunç, Gursel Çelik, Hakan Yılmaz, Hakan Abi, Hakim Lale, Hamza Yıldeniz, Hanift Kuzu, Hasan Mesut Çelebi, Hüseyin Aras, Huseyin Işık, İbrahim Engin, İbrahim Tekin, İlhan Beng, İnan Soylemez, İsmet Akın, İsmet Argür, İsmet Taş, Kadir Gumuş, Kani Yakoglu, Kasım Temel, Kazim Kit, Kerem İmrek, Mahir Tekin, Mahsum Balgi, Mahsum Koyun, Mazlum Alan, Medeni Soylemez, Mehmet Aksu, Mehmet Çelik, Mehmet Emin Erdag, Mehmet Ozdemir, Mehmet Selam Balta, Mehmet Şirin Kaya, Mehmet Veysel Ateş, Mehmet Yıldırım, Menduh Aşkan, Mesut Atiş, Metin Guven, Metin Serhat, Mecit Kanat, Murat Aslan, Murat Aslan, Murat Duran, Murat Gumuş, Murat İçli, Murat Karagoz, Mustafa Arpın, Mustafa Ertukuş, M. Şirin Kaya, Naci Aslan, Nejdet Kaya, Nihat Ekmez, Numan Sınbag, Numan Yayevi, Nurettin Cengiz, Nurullah Uğur û Furkan Ugur, Orhan Avşar, Ozan Ege, Ramazan Kortak, Ramazan Ozlu, Ramazan Yılmaz, Rohat Erdogan, Rojhat Bat, Roni Yavuz, Raşit Teymur, Reber Akdag, Sadettin Yaşar, Sedat Akgol, Sedat Baygeldî, Selahattin Yaşaer, Serdar Deviren, Serhat Dayan, Serhat Guzel, Serhat Kuşlu, Serhat Tuncer, Seyfettin Yüksekbag, Sinan Çelik, Sinan Kaya, Süleyman Ateş, Süleyman Deviren, Suleyman Nakiş, Suphan Çabuk, Şah Davut Başkan, Şahin Tiryaki, Tacettin Turan, Tahir Kızıldemir, Turan Gunana, Turgay Ustuntaş, Umut Savaş Koçyigit,
Umit Sevim, Vahdettin Ogmen, Veysel Miran Işık, Veysel Nakış, Veysi Olçen, Yasin Gungor, Yilmaz Ogurlu, Yorgun Bektaşoglu, Yunus Ozak, Yusuf Boz, Yücel Balyeci, Zahir Baran, Zahit Tekin, Zerdeşt Oduncu, Ali Kaya, Cihan Timur, Egit Tekin, Ferhem Akyuz, Gökhan Duman, Hakan Yılmaz, Hamza Dogrul, Hasan Umut Ozer, Huseyin Aşkan, Huseyin Duman, Husnu Aşkan, Husnu Turgut, İbrahim Yonden, İhsan Sinmiş, İlhan Dayan, Îslam Akdogan, İsmail Koç, Kadir Akdogan, Kemal Adıyaman, Kinyas Ataman, Mahir Tekin, Mahsum Yuksekbag, Metin Tekin, Muharrem Guneş, Nuri Çelik, Recep Engin, Reşat Ozdil, Rıdvan Kılıç, Sami Ozturk, Abdullah Oral û Bahoz Ozer,
Savaş Ozer, Sedat Akın, Şemsettin Aykaç, Sinan Salhan, Suat Aşkan, Ugur Yaşar, Vedat Duyuş, Welat Duman, Zafer Saglam.