Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedana Leyla Guven li dijî tecrîdê di roja 181’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 181'an de berdewam dike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/05/2019 - 10:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Berxwedana Leyla Guven li dijî tecrîdê di roja 181’an de ye
ParvekeTweet

AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 181’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 181’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.

Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 168’an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 142’yan de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 108’an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 116’emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 143’yemîn de, ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 113’yan de. Her wiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 143’yemîn de û çalakiya girtiyan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.

ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DIDOME

15 girtiyên ku 3 demsalan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin, piştî 30’ê nîsanê asta çalakiya xwe bilind kirin û dest bi “rojiya mirinê’ kirin. Çalakiya girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin di roja 6’emîn de berdewam dike.

ÇALAKIYA GREVÊ YA PARLEMENTERAN

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike.

KESÊN HATIN TAHLIYEKIRIN LI MALÊ ÇALAKIYÊ BERDEWAM DIKIN

Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Mahsun Şen, Mûrat Aksin, Semra Alkan û Îhsan Sinmiş çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Mahsum Şen ê ku 3 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ma ku di greva birçîbûnê de bû piştî di 17’ê Nîsanê de hat tehliyekirin biryar da ku çalakiya xwe ya grevê li mala xwe berdewam bike. Îsmet Yildiz ê ku ji ber di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi grevê kir hat binçavkirin, piştre hat berdan dîsa çalakiya xwe berdewam kir, lê ji ber ku dîsa çalakiya xwe berdewam kir vê carê hat binçavkirin û piştre jî hat girtin çalakiya xwe niha li girîtîgehê berdewam dike.

JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN PÊK ANÎN

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de bi çalakiya fedayî şehîd ket. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îmam Şîş: “Ez ê berxwedana xwe bidomînim”

Nivîsa Pêş

Li Gabarê leşkerekî dagirker ê Tirk hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Gabarê leşkerekî dagirker ê Tirk hate kuştin

Li Gabarê leşkerekî dagirker ê Tirk hate kuştin

‘Tecrîd bi dawî nebe, berxwedan jî bi dawî nabe’

'Tecrîd bi dawî nebe, berxwedan jî bi dawî nabe'

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.