ŞIRNEX – Li Şirnexê li çiyayê Gabarê ev demeke artêşa tirk a dagirker operasyon daye destpê kirin. Dema operasyonê de navbera hêzên gerilla de û artêşa dagirker de pevçûn derket û di encamê de leşkerekî dagirker ê artêşa tirk hate kuştin. Roja berî wê 2 leşkerên dagirker hatibûn kuştin. Li herêmê kêlî bi kêlî sewqiyatên leşkerî tên kirin
Operasyona ku beriya demekê li herêma Çiyayê Gebarê ya li bejahiya Şirnexê dest pê kir diome. Li herêma operasyonê ku roja berê 2 leşkerên dagirker hatibûn kuştin, sewqiyatên leşkerî tên kirin. Li herêma ku liv û tevgera helîkopteran lê zêde bûye duh jî pevçûn derket. Di şerê ku derket de leşkerê dagirker ê bi pere peyade Gorkem Akkûş hate kuştin.