ŞENGAL – Di fermana 2014′ an de DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî dîl girt. Herî dawî 28 Kurdên Êzidî ji aliyê QSD, YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. Êzidiyên ku hatin rizgarkirin, ji aliyê Meclîsa Xweser a Şengalê û TAJÊ ve bi merasîmekê li Xanesorê radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dema radest kirinê de Hevseroka Meclîsa Xanesorê Hena Elyas axivî û got:“ Di serî de ez xêrhatina dîlgirtiyên ku hatine rizgarkirin dikim. Îro êsîren ku hatine rizgarkirin ji aliyê malên Êzîdî ve radestî Meclîsa Xanesorê hatine kirin. Em jî bi kêfxweşî radestî malbatên wan dikin. Em spasiya xwe yên ku zarok û jinen Êzîdî rizgar kirine, QSD,YPG û YPJ’ê dikin. Her wiha em jî spasiya xwe ji Malê Êzidiyan dikin. Bi têkoşîna wan îro jin û zarokên me gihaştin ser axa xwe.”
Dayika bi navê Milli Fehse ji Til Qeseb ê kurt jî bi kefxweşiye xwe anî ziman û got; “Em îro gelek kêfxweş in ku ji mala me 5 kes hatine rizgarkirin. Her 5 kes bi têkoşîna şervanên QSD’ê ve hatine rizgarkirin. Em spasiya xwe ji QSD’ê dikin. Rojek gelek xweş û kêfxweş em jiyan.”
Jina bi navê Wensa Xelef ku nevî û bûka wê rizgar bûye hest û kêfxweşiya xwe bi vî awayî anî ziman; “ Ez îro gelek kêfxweş im ku bûka min zarokê kurê min rizgar bûne. Rast e em îro gelek kêfxweş in lê ji ber hîna jî gelek kes ji zarokên xwe bê xeber in em xemgîn dibin. Hîn şeş kesên me nehatine. Ez wisa kêfxweş im ku weke bifirim. Ez spasiya xwe ji hemû kesên ku ji bo zarok û jinen Êzîdî rizgar bikin ked dane, QSD,YPG,YPJ û Mala Êzîdiyan dikin.”
Mehbel Ebbas a ku dotmama wê rizgar bûye bi vî awayî kefxweşiyên xwe bi lêv kir: “Em li benda vê rojê bûn em li vê rojê digeriyan roja hembêz kirina zarokên xwe. Em gelek kefxweş in ji ber zarok û jinên Êzîdî hatin ser axa xwe ya pîroz. Em hêvî dikin ku xizmên me ku di destê çeteyan rizgar bûne bên ser axa xwe. Îro jî dotmam û her çar zarokên wê hatine rizgarkirin em hatine pêşiya wan. Em dîsa dibêjin em spasiya xwe QSD,YPG, YPJ’ê û mala Êzidiyan dikin.”