NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Kîbriye Evren ku dîlgirtî ye li dijî tecrîda li Îmraliyê 143 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rûniştina 5’emîn a doza li Kîbriye Evren hatiye vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerên Kîbriye Evren û rojnamevan tevlî rûniştinê bûn.
Parêzer Resûl Tamûr diyar kir, di dosyayên heman rengî de rojnamevan hatine berdan û daxwaza berdana muwekîla xwe kir.
Parêzer Pîrozhan Karali jî bi bîr xist, ku Kîbriye Evren 10 meh in girtî ye û got, “Rojnamevaniya mûxalîf nayê wateya endametiya rêxistinê.”
Heyeta dadgeha Tirk bi îdîaya “wesfê sûc, rewşa heyî ya delîlan û gumana xurt a sûc” biryar da ku Kîbriye Evren girtî bimîne û rûniştin ji bo 18’ê Tîrmehê taloq kir.