BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê ragihand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd bûbûn wiha ne:
“Di daxuyaniya xwe de ya 6’ê Gulanê (duh) me gotibû, 1’ê Gulanê li Pîranê ya Amedê, li qada Xaçekê dema operasyona dijmin dom dikir, di şer de hevalên me Dîdar û Viyan şehîd bûne û me ragihandibû ku em ê piştre sicîla hevrêyên xwe bi raya giştî re par ve bikin.
Navê Kod: Viyan Pirsus
Nav Paşnav: Şehrîban Yonten
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Medîne – Nasir
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 1ê Gulana 2019’an / Amed
Navê Kod: Dîdar Andok
Nav Paşnav: Sabiye Rençber
Cihê Bûyinê: Selmas
Navê Dê û Bav: Saniye – Huseyin
Dem û Cihê Şehîdbûnê 1’ê Gulana 2019’an / Amed
HEVRÊ VIYAN BI DILSOZIYA XWE HER TIM WÊ WERE BIBÎRANÎN
Hevrê Viyan ku 1993’an li Pirsûsê ya Rihayê jidayik bûyî hê bi ciwantî rasteqîniya Têkoşîn Azadiyê ya Kurdistanê nas dike û 2011’an ji eyaleta Amedê tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Viyan ku demeke dirêj li Amedê têkoşiyayî, bi pêvajoya 2013’an re tê Qadên Parastinê yên Medyayê. Hevrê Viyan ku li vir li gelek qadan fermandarî kiriye, mohra xwe li gelek xebatan kir. Hevrê Viyan, ku di îdeolojiya Rêbertî de û Xeta Jina Azad de tim xwenûkirin dayî ber xwe û ji bo vê bi lêgerînên kûr bû, her wiha bi xwebaweriyê di nav hevalên xwe de tim mînak bû. 2015’an li dijî Plana Çokdanînê ya dijmin, bi pêşbîniya ku bersiva herî mezin ê li Bakurê Kurdistanê were dayin, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, vedigere ser xakên Amedê ku li wir dest bi gerîlatiyê kiribû. Li vir hevrê Viyan di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xistiye, bi kîna li dijmin û bi dilsoziya bi gel re, her tim wê di bîra me de bimîne û wê rê nîşanî me hevrêyên mayî bike.
HEVRÊ DÎDAR TAM HEZKIRIYA ÇIYÊ BÛ
Hevrê Dîdar ku 1992’an li Selmasê ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûyî, hê di ciwantî de polîtîkaya zilm û zextê ya dijmin a li ser gelê Kurdistanê dibîne. Li dijî van polîtîkayên zextê têkoşîna Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike, piştî demekê dikeve nav lêgerînên ”,li eniyên pêştir, ez çawa dikarim çalaktir têbikoşim?” Hevrê Dîdar dibîne ku di nav sîstema heyî de bi rêyên cuda wê nikaribe têbikoşe, 2009’an bi komeke hevalên xwe tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Dîdar ku hê zû adapteyî eniyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûyî, lê digere ku bikeve ser rêyên gewhera jiyaneke azad a bi milîtanî, û ev wê kûr dide ponijandin. Hevrê Dîdar ku bi dilsoziya zêde ya li Rêbertî, şehîd û hevrêyan di nav hevalan de dibe xwedî cihekî taybet, her wiha li ser zemîna Îdeolojiya Azadiya Jinê dikeve nav lêgerînên mezin, xwe digihîne. Hevrê Dîdar ku tam dilsoza çiyan e, di encama vê lêgerînê de di nav refên gerîla de tercîh dike li eniyên pêş be û ji bo ku li eyaleta Amedê têbikoşe berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Bi kesayitiya xwe ya dilnimz û helwesta xwe ya kemilî, bi rûkeniya xwe hevrêya Dîdar ku tim wê were bibîranîn, li Amedê dema ku dima xebatên girîng dike.
1’ê Gulanê li eyaleta Amedê dema operasyoneke dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya mêtinger, du hevrêyên me yên ku bi lehengî şer kirin û derbên giran li dijmin dayin û piştre şehîdbûbûn, di şexsê malbatên heverêyên me yên hêja de sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz , em son dixwin ku bîranînên van du fermandarên me yên hêja di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de serfiraz bikin.”