NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikin ji ber astengî û hêcetên cuda ev 8 sal bû nikaribûn bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan yekem car hevdîtin kirin. Di encama grevên birçîbûnê û rojiya mirinê zextên li ser rayedarên hikumet û dewletê kirin, di 2’yê Gulanê de pêşiya parêzeran vebû û çûn Grava Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn.
Encama hevdîtinê ango peyama Ocalan duh ji raya giştî re hatibû parvekirin. Li gorî daxuyaniya parêzeran da destnîşan kirin ku 4 parêzer serlêdan kirine, lê bes destûr hevdîtinê ya du parêzeran li gel Ocalan hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de cih dan van agahiyan: “Me wek parêzeran di 2’ê gulanê de bi miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye. Ev hevdîtin piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an ku di serlêdana 810’emîn de hat qebûlkirin yekemîn hevdîtin e. Me beriya du hefteyan serlêdan kiribû. Dadgeha Bursayê vê serlêdanê girêda biryarê. Dadgehê teblîxî me kir ku ji bo hemû miwekîlên me yên li Îmraliyê qedexeya hevdîtina bi parêzeran hatiye rakirin.”
HEVDÎTIN JI BO 6 MEHA HATIBÛ QEDEXEKIRIN
1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê gelek caran hevdîtinê bi hêcetên cuda qedexe kir, herî dawî di 13’ê Adarê de hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan û 3 girtiyên din bi dema 6 mehan qedexe kiribû.
Li ser vê biryarê parêzeran di 20’ê adarê de îtîrazî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê kiribûn.
QEDEXEYA HEVDÎTINÊ RABÛ
Dadgehê îtîrazê nirxand û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê di 13’ê adarê de têkildarî biryarê îtîrazê qebûl kir. Dadgehê mutala dozger esas girt û bi spartina xala hejmara 5275 nîşan da û bi hêceta “cezayê dîsîplînê” biryara hevdîtina parêzeran a li gel miwekîl ku pêk nedihat rakir.
4 CARAN CEZA DABÛN
Ji 20’ê tîrmeha 2016’an heta niha 4 caran û her carek 6 meh qedexekirina hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan bi hêceta “cezayê dîsîplînê” hatibû sepandin.