Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyamên girtiyên greva birçîbûnê

Înîsîyatîfa Deng Bide Leylayê peyamên girtiyan weşand ên ku di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de ne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/05/2019 - 14:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Peyamên girtiyên greva birçîbûnê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakiya Guven di roja 181’an de didome. Li girtîgehan jî di 16’ê Kanûna 2018’an de grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin û di 1’ê Adarê de jî bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di 30’ê Nîsanê de jî 15 girtiyên siyasî dest bi rojiya mirinê kiribûn.

Înîsîyatîfa Deng Bide Leylayê peyamên girtiyan weşand ên ku di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de ne.

Di raporê de bang li saziyên Tirkiye û yên navneteweyî hatiye kirin û tê diyarkirin ku name hatine şandin lê bersiv nehatine stendin.

HIŞYARÎ: VEGER TUNE!

Di raporê de hişyarî tê kirin ku ‘Rewş ber bi cihekî wisa diçe ku veger lê tune. Di heman demê de zextên li ser girtiyan jî didome. Êrîşên fizîkî û psîkolojîk tên kirin û girtî tên derbkirin. Mafê girtiyan ê bi telefonê û hevdîtina bi malbatê re tê qutkirin. Tansiyon û kîloyê wan bi awayekî bi pergal nayê pîvandin, têra xwe xwêy,şekir û lîmon nayê dayîn û fîyeta van tiştan li kantînên girtîgehan hatine zêdekirin.”

ÇALAKGERÊN FEDAÎ

Di raporê de qala çalakgerên fedaî jî hate kirin ên ku ji bo rakirina tecrîdê çalakî li dar xistine. Di raporê de hate diyarkirin ku çalakgerên bi navê “Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akinci, Sîraç Yuksek û Mahsûn Pamay li girtîgehan çalakiyên fedaî li dar xistine.”

Di raporê de tê diyarkirin ku ji 1’ê Adarê û şûnde li 117 girtîgehan herî kêm 5 hezar girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di raporê de tê diyarkirin ku Ardil Çeşme, Asli Dogan, Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, Ahmet Anigi, Abdulhalûk Kaplan, Ahmet Topkaya, Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ferhat Tûrgay, Îhsan Bûlût, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengîz ên ku di greva birçîbûnê de bûn, di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirine.

PEYAMÊN GIRTIYAN

Di raporê de peyamên berxwedêran hatin weşandin:

Ayten Gulsum: Tecrîd li ser Rêbertî û li ser gelê me tê kirin. Em bi bedena xwe dixwazin dengê xwe bigihînin we, divê hûn dengê xwe bidin bihîstin.

Azîme Işik: Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû civakê ye.

Azîze Yagiz: Heta ku tecrîd bi dawî bibe, wê çalakiya min bidome.

Bêrîvan Bîtmen: Bila tecrîd bi dawî bibe, bila tu kes nemirin.

Beyaz Yakût: Çi bibe jî ez ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînim.

Dilbirîn Tûrgût: Ji bo aştiya dahatûyê divê para min jî hene. Bila tecrîd bi dawî bibe.

Esma Başkale: Heta ku tecrîd bi dawî bibe, ez amade me, hemû berdêlan bidim.

Gûrbet Ektîren: Divê li her dera Kurdistanê jin, ciwan û dayik têkevin nav hewldanan.

Gûrbet Ozturk: Divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi dawî bibe.

Hatîce Kaymak: Bi bêdengbûnê re hûn ê nikaribin wijdanê xwe bidin huşkirin.

Hacer Xelîl Yûsûf: Ez careke din werim dinyayê ez ê dîsa li dijî tecrîdê bim.

Jiyan Ateş: Heta ku tecrîd were rakirin, ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Mehtap Metîn: Em ê teqez bi ser bikevin û em ê tecrîdê bişkînin.

Melek Yalçin: Bila tecrîda li Îmraliyê were rakirin û kes nemirin.

Menal Temel: Hêvî ji serfiraziyê girîngtir e, em ê her dem hêviya xwe biparêzin.

Mûkades Çelîk: Heta ku tecrîd were rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Necla Atak: Bila tecrîd were rakirin.

Nûrşen Tekîn: Grevên birçîbûnê nerazîbûneke li dijî neheqiyan e.

Rahşan Aydin: Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikim, bila tecrîd were rakirin.

Rozerîn Kalkan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkeva nav hewldanan.

Sebahat Tûncel: Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne.

Selma Irmak: Tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan, tecrîda li ser hemû civakê ye.

Sevîn Yaşar: Azadiya rêzdar Ocalan, tê wateya azadiya gelan.

Sîveka Ataş: Heta ku tecrîd were rakirin, ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Suheyla Taş: Ji bo jiyaneke mayînde, ez li dijî tecrîdê di çalakiyê de me.

Şadiye Manap: Jiyan ji bo armancên pîroz tê fedakirin.

Zeynep Taşgîr: Beriya ku kes bimirin divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.

Zana Çoban: Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê dengê me belav bikin.

Belgîn Kanat: Bi giyanê vejînê yê Newrozê em ê berxwedana xwe bijîn.

Rûşen Bozan: Li hemberî bêedaletiyê ez bedena xwe didim ber birçîbûnê.

Zelîha Ûstabaş: Ev çalakî dema geşkirina serhildanê ye.

Adnan Bûlût: Di greva birçîbûnê de biryardariya me didome.

Egîd Dolan: Heta ku tecrîd were rakirin wê çalakiyên me bidomin.

Bayram Aslan: Heta ku em encamekê bistînin wê çalakiya me bidome.

Denîz Ozdemîr: Moralê me bilind e, bi berxwedana gelê me wê moralê me bilindtir bibe.

Emîn Yildiz: Heta ku ev zext û tecrîd neyê rakirin, em ê dev ji grevên birçîbûnê bernedin.

Fesîh Tekîn: Tecrîd li dijî hiqûqê ye, em qebûl nakin.

Kerem îmrek: Divê em tecrîdê bişkînin.

Mehmet Aksû: Bi îradeya xwe ez ketim greva birçîbûnê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Menduh Aşkan: Tecrîd neheqî ye.

Mesût Atiş: Ji bo jiyana azad a bi rûmet, me dest vê çalakiyê kiriye.

Selahattîn Yaşaer: Li hemberî tecrîdê bêdeng nemam. Hûn jî bêdeng nemînin.

Welat Dûman: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bilind bike.

Zafer Saglam: Daxwazên Leyla Guven û ên me ji bo edaletê ye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Biryara dadgehê ya ku pêşiya hevdîtina li Îmraliyê vekir

Nivîsa Pêş

Polîsên dagirker ên Tirk li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kirin: 19 kes hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Polîsên dagirker ên Tirk li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kirin: 19 kes hatin binçavkirin

Polîsên dagirker ên Tirk li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kirin: 19 kes hatin binçavkirin

Meclisa Ciwanên HDP’ê li zanîngeha 9’ê Îlonê li dijî tecrîdê banga hestewariyê kir

Meclisa Ciwanên HDP'ê li zanîngeha 9'ê Îlonê li dijî tecrîdê banga hestewariyê kir

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.