ÊLİH – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan malbatên girtiyên ku di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de ne, xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê werin ba hev. Polîsên dagirker ên Tirk nehiştin ku malbat daxuyaniyê bidin.
Polîsên dagirker ên Tirk zext kirin ku bila daxuyanî li cihekî dûrî girtîgehê were kirin. Xizmên girtiyan ev rewş qebûl nekirin.
Polîsên dagirker ên Tirk dora xizmên girtiyan girtin û êrîşî girseyê kir. Li vê derê dayikek ji ser hişê xwe çû. Wekîlê Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Îkram Îrgî jî di nav de 19 kes hatin destgîrkirin.