AMED – Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne xwestin li Parka Koşuyolu balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe. Polîsên ku ev çend roj in parke dorpêç kirine çalakiya dayikan asteng kir. Tevî hemû hevdîtinên parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Salîha Aydenîz û Remziye Tosun li gel polîsan jî destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê dayikan li ser pêyarêya parkê dest bi rûniştinê kirin.
Dayikan bertek nîşanî astengkiya polîsan da û bênavber dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.
POLÎS JI PARLAMENTER RE DESTÊ XWE BILIND KIR
Welatiyên derdorê jî xwestin piştevaniyê bidin malbatan. Polîsan xwest mudaxeleyî welatiyan bikin, parlamenter Aydenîz û Tosun bertek nîşanî polîsan dan. Wekîlan got polîsek jin heqaretê li dayikan kiriye. Di vê navberê de polîsa jin destê xwe ji Aydenîz re bilind kir. Li ser nîqaşê amirek polîsan got “Polîsên min heqaretê li tu kesî nakin. Ez polîsên xwe nas dikim. Hûn derewkarin, polîsên min kesî gez nakin. Em we ji pratîkên we yên berê nas dikin.”
NÎQAŞA GUZERGAHA CUDA
Pişt re amirê polîsan berê xwe da rojnamegeran û qîr kir: “Hûn dikişînin bikişînin, lê binêhirin çidike ji milê polîsan?” Piştî demek kin polîsan destûr da ku malbat li ser guzergahek din bemeşin. Li ser vê yekê malbatan ango dayikan dîsa bertek nîşanî polîsan da û diyar kirin ku ew dixwazin di güzergâha Batikentê de bemeşin. Polîsan vê yekê qebûl nekir û dayikan nîv saet çalakiya rûniştinê li dar xistin. Amirê polîs bê navber anons kir û bi binçavkirin û mudaxeleyê gef li dayikan xwar.
‘ÇALAKIYÊN ME DÊ DEWAM BIKIN’
Piştî çalakiya rûniştina destûr ji bo guzergaha dayikan xwest hat dayîn. Dayik di bin dorpêça polîsan de heta avahiya TUAY-DER’ê ya li navçeya Rezanê meşiyan. Dayikan li vir daxuyanî dan. Yesure Tufan li ser navê malbatan axivî û got: “Ji niha û pêve em ê her roj li Parka Koşuyolu çalakiya xwe dewam bikin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê li ser pêya bisekinin. Ji heft salî heta heftê saliyan bila her kes deng bide têkoşîna me û da ku em vê tecrîdê bişikînin. Heta ev tecrîd bê şikandin em ê li qadan bin. Bila dayik li malên xwe rûnenên. Îro ne roja rûniştinê ye. Werin mil bidin milê me. Dixwazî bila xizmên girtiyan bin û ne xizmên wan bin jî. Heta tecrîd tê şikandinê bila kes bêdeng nemîne. Em ê heta dawiyê dê berxwedana me li qadan dewam bike.”