NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ragihand ku Yekîneyên wan yê Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha Nîsanê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê du kargeh, sê wesayîtên faşîstan û trafoyekê daye ber agir.
Daxuyaniya DGH û DGKH wiha didome:
“Ji milê Yekîneyên me yê Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha Nîsanê de li gelek navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiye li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê du kargeh, sê wesayîtên faşîstan û trafoyekê hatin şewitandin. Di encamê de kargeh, wesayît û trafo bi temamî hatin ruxandin û bêker bûn.”
Çalakiyên ku Yekîneyên girêdayî DGH û DGKH di meha Nîsanê lidarxistine wiha ne:
BATMAN
9’ê Nîsanê derdora saet 21:20’an li kolana Pazaryeri trafoyek ku pêwîstiyên 300 endaman ê elektrîk pêşwazî dikir ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Ayten Beçet ve hate şewitandin. Bi çalakiyê re zerarek bi milyonan gihişt şirketa elektrîkê û bi saetan xwebatên nûkirina trafoyê domiya.
STENBOL
19’ê Nîsanê derdora saet 04:00’an li navçeya Silivri li kolana Gûmûşyaka wesayîtek ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen ve hate şewitandin. Wesayît bi temamî hate ruxandin.
22’ê Nîsanê li navçeya Gûngorê li kolana Bayrampaşa wesayîta servîsê li milê Yêkîneyên me hate şewitandin. Wesayîta servîsê bi temamî hate ruxandin û bêker bû.
BURSA
23’ê Nîsanê derdora saet 02:00’an li kolana Hamitler ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Ayten Beçet wesayîtek faşîstekî hate şewitandin. Wesayît piştî çalakiyê bêker bû.
DENİZLİ
24’ê Nîsanê derdora saet 01:00’an li navçeya Merkez Efendi li kolana Zafer kargeha qumaşê ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen ve hate şewitandin. Di encama çalakiyê de zerarek nêzî 4 milyonê lîrayê tirkiye derket holê û kargeh bêker bû.
27’ê Nîsanê derdora saet 03:30’an li navçeya Pamukkale li kolana Korucuk kargehek ku hilberînê û firotanê dikir ji milê Yekîneyên me ve hate şewitandin. Kargeh piştî şewatê bi temamî şewitî û bêker bû.